Polêsan Taksîm veguherandin qada şer
Polêsan Taksîm veguherandin qada şer
Polêsan Taksîm veguherandin qada şer
Li Stenbolê, meşa ciwanan a ji bo bîranîna Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan li êrişa polêsan a bi gava îsotê, ço û ava şid rast hat.
Bi armanca bîranîna Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan, rêxistinên ciwanan xwestin ji Meydana Galatasaray a Stenbolê ber bi Dolmabahçeyê ve bimeşin.
Meşa bi pankarta bi nivîsa "Emê Emperyalîstan û Nokeran biqewirînin" destpê kir, li astengiya polêsan rast hat.
Polêsan bi wesaîtên destwerdanê TOMA, li kolanên Îmam Adnan û Mîs'ê bend danîn pêşiya ciwanan û bi bombeyên gazê êrişî meşvanan kirin.
Li ser vê yekê, ciwanan jî bi kevir û şûşeyên avê bersiv dan êrişa polêsan.
Komek ji ciwanan, benda polêsan derbas kir û çûn Meydana Taksîmê.
Ji ber êrişa polêsan Meydana Taksîmê û Kolana Îstiklalê bi carekê vala bû û pevçûn li nava kolanan dewam dikin.
Hat ragihandin, ku polêsan herî hindik 10 ciwan bi lêdane kirine binçavan.
Parlamentera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tûncel jî li ser bûyeran çû gel ciwanan cihê bûyerê.