Polêsan dest li qada Taksîmê werdan
Polêsan dest li qada Taksîmê werdan
Polêsan dest li qada Taksîmê werdan
Bi hezaran polîsên het Qada Taksîmê bi bombeyên gazê êrîş li çalakvanên 2 heftene ji bo Parqa Gezî neyê hilweşandin e, mudaxele kir. Piştî mudaxeleyê pevçûnan dest pê kir.
Serê sibê bi hezaran polîs çewîk ji aliyê Tarlabaşi, Beşîktaş û Gumuşsuyu ketin Qada Taksîmê. Polîsan bi bombeyên gazê êrîş li çalakvanên li qadê di konan de di man kir û ji bo qad bê valakirin anons kirin. Polîsan got ew mudaxeleya Parqa Gezî nakin tenê ji bo Qada Taksîmê vala bikin bang kirin. Piştî polîsan mudaxele kir li Taksîm, Siraselvîler û Talîmhaneyê di navbera polîs û koman de pevçûnan dest pê kir. Girse li hemberî bombeyên gazê bi kevir û fîşekên hewayî bersivan didin. Li aliyê din polîsên sivîl ên hatin qadê hemû pankrat û dozên çalakvana çirandin û avêtin erdê.
Li qadê di navbera polîs û çalakvanan de peçvûn berdewam dikin.