Platforma Ziman bang li HDP’ê kir: Divê zimanê siyasetê bibe Kurdî

Platforma Zimanê Kurdî serdana HDP’ê kir û daxwaz kir ku zimanê siyasetê bibe Kurd.

Platforma Zimanê Kurdî, li MeclÎsê serdana HDP'ê kir. Pilatform ji aliyê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî ve hate pêşwazîkirin.

Di heyeta HDP'ê Serokwekîla Koma HDP'ê Fatma Kûrtûlan, Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê ji Rêxistibûyînê berpirsyar Alîcan Onlu û Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier jî cih girtin.

Serdanê bi qasî saetekî berdewam kir. Di serdanê de bidawîbûna polîtîkayên pişaftinê yên li ser Kurdî û xebatên ku ji bo pêşxistina kurdî hatin nirxandin.

‘ZIMANÊ SIYASETÊ BIKIN ZIMANÊ KURDÎ’

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçîer, têkildarî hurgiliyên serdanê agahî dan û diyar kir ku platformê daxwazên xwe pêşkêşî wan kiriye û ew piştgiriya xebatên platformê dikin. Taşçîer, da zanîn ku platformê dixwaze ku li gel zimanê Tirkî zimanê Kurdî jî weke zimanê duyemîn ê fermî û dixwazin vê daxwaza pêşkêşî partiyên li Meclîsê ne bikin û wiha got: "Ji me jî daxwaz dikin ku zimanê siyasetê bibe zimanê Kurdî, yanî parlamenterên Kurd bi Kurdî biaxivin û Kurdî derxin pêş."

Patform, wê îro saet di 17.00'an de bi Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû û sibê saet di 15.0'an de jî bi Serokê Giştî yê Saadetê Temel Karamollaoglû re hevdîtin pêk bîne.