Platforma Yekitiya Hêzê ya Demokratîk-Brîtanya ava bû
Platforma Yekitiya Hêzê ya Demokratîk-Brîtanya ava bû
Platforma Yekitiya Hêzê ya Demokratîk-Brîtanya ava bû
Li Londonê 14 rêxistinên civakî yên demokratîk Platforma Yekitiya Hêzê ya Demokratîk-Brîtanya ava kirin.
Di civîna li Navenda Piştgiriya Civakî ya Kurd û Tirk (DAY-MER) de hat destnîşankirin ku bi platformê re tê xwestin, yekitiya 3 sal berê bi şiyara "Ciwan pêşeroj in, em xwedî li pêşeroja xwe derkevin" ji bo pêşî li çirava narkotîk a û mafya ya li dijî ciwanan bê girtin hatibû avakirin, derkeve asteke bilindtir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyê, naskirina mafên demokratîk ên neteweyî yên Kurdan, bidestxistina mafên çandî û etnîkî yên Elewî, Êzidî, Xiristiyan û komên din û ji bo jiyana gelan a li ser bingeha aştî, azadî û wekheviyê, platform misyonekê digire ser milê xwe."
Saziyê kuk Platforma Yekitiya Hêzê ya Demokratîk-Brîtanya pêk tînin ev in:
FED-BÎR (Federasyona Komeleyên Kurd li Brîtanyayê)
Navendên Çandê yên Elewiyan
GÎK-DER (Komeleya Çandê ya Karkerên Koçber)
YÇKM (Navenda Bila sed gul vebin)
Navenda Çandê ya TOHUM
EL-COM (Navenda Civaka Elbîstan)
DAYMER (Navenda Civaka Kurd û Tirk)
Komeleya Tîlkîlîliyan
Navenda Piştevaniyê ya Kirkisraklilar
Komeleya Dêrsimiyan
Komeleya Koçgîriyan
KOMKAR (Konfederasyona Komeleyên Kurd li Ewropayê)
PAZ-DER (Komeleya Piştevahiya ya Pazarcikiyan)
Komeleya Piştevahiya Nûrhaqiyan