Platforma Piştgiriyê ya Ciwanan çû serdana KCD'ê

Platforma Piştgiriyê ya Ciwanan çû serdana KCD'ê

Endamên Platforma Piştgiriya Ciwanan a ji bo Aştiyê, ku bi dirûşma "Ji Gezî heta Licê ciwan dibin pira aştiyê" ji Stenbolê ketin rê, çûn serdana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD).

Endamên platformê ji aliyê Endamê Meclîsa Timî ya KCD'ê û Endamê Dîwana Serokatiyê Edîp Yaşar, Endama Meclîsa Timî ya KCD'ê û Endama Dîwana Serokatiyê Fîlîz Cîzrelî û ji Meclîsa Ciwanan Mûstafa Karataş ve hatin pêşwazîkirin.

Edîp Yaşar kêfxweşiya xwe ya ji ber serdana ciwanan anî ziman û destnîşan kir ku ciwanan ji bo pêşeroj û aştiyeke bi rûmet bar hilgirtine ser milê xwe. Yaşar diyar kir ku divê ev hewldan ji aliyê tevahiya civakê ve mînak bê girtin û got, "Ez van ciwanan pîroz dikim. Peşerojeke hevpar a xwedî nêrînên cuda û ruhekî li ser navê jiyaneke rûmetdar û aştiyê, derxistine holê. Ev hişyarbûna bi berxwedana Gezî re destpê kir, têkoşîna bidestxistina mafên gelên bindest, gaveke din bi pêş ve biriye. Piştî Gezî êdî ti tişt wê mîna berê nemîne."

Li ser navê platformê Ridvan Ozturk peyivî û diyar kir ku ji bo hevalên xwe yên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de hatine binçavkirin, rastî êşkence, destavêtin, destdirêjiyê hatine û hatine qetilkirin, ew ketine vê rê ku têkoşîna wan bilind bikin û piştevaniya malbatên wan bikin. Ozturk da xuyakirin ku ew ji bo bibin pira aştiyê li vê derê ne.

Ozturk bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û got, "Heta ku mafê perwerdeya bi zimanê dayikê neyê naskirin, hevalên me yên di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de di bin navê 'KCK'ê de hatin girtn ji zîndanan neyên berdan û li erdnîgariya Kurdistanê mafê "rêveberiya xwe bi xwe" neyê naskirin, dê pêvajoya aştiyê bi pêş ve neçe û kes nikare behsa pêvajoya aştiyê bike."

Ozturk daxuyaniya Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç a digot, "Yên dixwazin bi Kurdî biaxivin bila biçin Iraqê" û daxuyaniya Serokwezîr Erdogan a digot "Yên daran dixwazin bila biçin li daristanan bijîn" bibîr xist û got, "Di şûna ku ji bo pêvajoya çareseriyê berpirsyariyê bigire ser milê xwe û gavan biavêje de, helwestên bi vî rengî yên trajîkomîk û ne cidî nîşan didin. Em vê yekê şermezar dikin. Berevajî fermanên deshilatdariya AKP'ê em xwedî li qadên xwe yên jiyanê, ziman, nasname û çanda xwe derketin û emê her xwedî lê derkevin."

Ozturk herî dawî destnîşan kir ku weke Platforma Piştgiriya Ciwanan a ji bo Aştiyê ewê her devera lê ne veguherînin qada berxwedanê û li dijî polîtîkayên înkar, tinekirin, zext û asîmîlasyonê têkoşîna xwe bilind bikin.