Platforma Na ya Ewropa: Ji bo aşitî û jiyanek azad NA!

Platforma Na ya Ewropa bang li hilbijêran kir û wiha got: "Dengê xwe nedin kesê ku dixwaze bibe dîktator.”

Platforma Na ya Ewropa têkildarî referandûma ku wê dîktatoriyê bixe dengdanê, daxuyaniyekî nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:

"Hûn, kedkarên penaber ên ku li Ewropa dijîn. Di navbera 27'ê Adar û 9'ê Nîsanê de ji bo ku li Tirkiyeyê destûra bingehîn were guhertin diçin ser sindoqan. Hûn kîjan partî bin bila bibin, bi dengê we, kesek dixwaze bibe dîktator, dengê xwe nedinê.

'DIXWAZIN RÊYA FAŞÎZIM Û DÎKTATORIYÊ VEKIN'

Bi gotina Seroktiya şêweyê Tirk, dixwazin gelê me bixapînin. Qanûn çêkirin, rêvebirin û daraz di destê yek kesî de bê komkirin encama wê faşîzm e. Navê vê şêweyê serokatiya Tirk nine,dîktatoriya yek kesî ye.

Pêwîstiya me ne bi dîktatoriya yek zilamî heye, pêwîstiya me bi destûrek bingehîn a wekhevî hebe heye. Ji kîjan partiyê dibe bila bibe, qedera gelekê di destê yek zilamî ve bê hiştin, wê rêya faşîzm û dîktatoriyê vebike.

Hûn kedkarên jin, zilam û ciwanên ku li Ewropa dijîn, hûnê li van welatan deng didin partiyên faşîst, yek kesî, nîjadperest?

Hû li Ewropa dengê xwe didin siyastemedarek an ji partiyekê ku mûdaxeleyî şêweyê li ber xwe kirina cil û berg, şêweyê mûdaxelekirina jiyana we, hûnê dengê xwe bidin ma?

Welatê Ewropa ku hûn lê dijîn û dengê xwe didin partiya çep, sosyalîst an jî lîberal. Welatê ku hûn jê hatin zihnîyeta ku tenê xwe diparêze û kesekê qebûl nake çima hûnê dengê xwe bidinê?

Em, ji bo gelên Tirkiyeyê di nava aşitiyê de, ji bo ku hêviya bi hev re jiyanekî azad bilindtir bikin, dibêjin NA!

Em, ji bo zimanên cuda, çandên cuda, baweriyên cuda ku zihîyeta ku rêz li van nagre re dibêjin NA!

Çuyîna ser sindoqan û ji bo îradeya xwe nîşandan mafekî demokratîkue. Dengek dikare encama hilbjartinekê biguhere. Welatê ku hûn jê hatin ji bo demokrasiya wê pêşbikeve û alîkariyek bidin û bi dilekî rehet ji bo gotina warê min. Bi tekez dengê xwe bikarbînin!."

 ‘EM Ê 16’Ê NÎSANÊ BERSIVA PÊWÎST BIDIN’

Platformê bal kişand ser erkê serke yê ewlekariyê pêşîlêgirtina bûyerên provakatîv ên di demê bikaranîna deng dayînê de ye û ev tişt hate gotin:

“Em ê mafê xwe yê demokratîk bikar bînin, bila baş bê zanîn ku parastina sindoqan ji beriya her tiştî erka sefaretxaneyan e. Bi xwezayî berpirsên pravakasyonên li Brûkselê diyar e, çeteyên Erdogan in. Di vê mijarê de çiqas erkê yekîneyên ewlekariyê heye ew qasî erk dikeve ser milê me jî. Bersiva herî pêwîst destpêkê xwîn sariye. Erdogan ê ku di her kêliyê de yên dibêjin ‘NA’ weke ‘Xayînên welat’ îlan dike, berpirsê van êrîşane.

Tişta herî baş ya ku em jî bidin wî sîleya “NA” ye, em di wê baweriyê de ne ku ev wê di sindoqên 16’ê Nîsanê de derkeve.”