Platforma NA ya Ewropa: Bi destê çeteyên AKP’ê şidet xwe gihand Brûkselê
Plaftorma Na ya Ewropayê bi daxuayiyek nivîskî diyar kir ku, AKP’ê bi destê çeteyên xwe yên peremilîter şidet gihand Brûkselê.
Plaftorma Na ya Ewropayê bi daxuayiyek nivîskî diyar kir ku, AKP’ê bi destê çeteyên xwe yên peremilîter şidet gihand Brûkselê.
KDCK-E di daxuyaniya xwe de diyar kir ku tevî sefaretxaneya Brûksel û nêzîkatiyên YSK’ê jî li Brûkselê li pêşiya sefaretxaneya Tirk ku hilbijartin lê tê kirin komekî ku xwe bi navê Ocaxên Osmaniyan û heyranê Erdogan û dijberî ‘NA’ yê tim provakasyonan dikin. KDCK-E di dewama daxuyaniya xwe de wiha got: “Li dijî van çeteyên ku dibêjin; ‘Kesên dibêjin Na xayîn in, terorîst in, em ê gelek tiştan bi serê we bînnin û mafê jiyan ji bo we nasnakin, em ê 17’ê Nîsanê û şûnde kesên ku dibêjin NA ji welat derxînin.’ heqaretên mezin dikin, muşahîdên me û hevalên me yên erkdar bi xwîn sarî rayedar hişyar kirine.
Weke Platroma NA ya Ewropa, îro çeteyên faşîzma AKP/MHP’ê li pêşiya Sefaretxaneya Brûkselê 3 hevalên me yên Platfroma NA bi kêran birîndar kirine. 3 hevalên me yên ku ji aliyê çeteyên AKP'ê ve hatine birîndarkirin, li nexweşxaneyên Brûkselê tên dermankirin.
Weke Platfroma Na ya Ewropa, diyar dikin ku êrîşên faşîst ên AKP/MHP’ê yê li Qesrê, bi girtin û binçavkirinan nikare me bişkîne. Li dijî diktatorî û faşîzmê em ê hê xurtir ji bo NA yê bi xebitin. Ji bo demokrasî, azadî û wekheviyê ji bo her kes dengê xwe bikar bîne bi ruhê seferberiyê berê xwe bide sefaretxaneyê û denê Na bi kar bîne em ê bixebitin, bang li her kesê dikin ku îro bi dildar ji bo Na yê bixebite.
Ji bo êrîşên çeteyên AKP’ê bidin astengkirin çapemenî û raya giştî ya Ewropayê daxwazî kar dikin.”