Platforma Efrînê: Em 27'ê Adarê li Brukselê bin!

Platforma Efrînê ji bo meş û mîtînga 27'ê Adarê ya li Brukselê banga tevlîbûnê kir.

Platforma Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand û li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên ku dewleta Tirk li Efrînê dike, bang li her kesî kir ku 27'ê Adarê li paytexta Belçîka Brukselê li hev bicivin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, dewleta Tirk a faşîst tevî desteka hêzên navneteweyî, bi hemû derfet û çekên NATO'yê li Efrînê komkujiyan dike û hate gotin, "Ji ber vê yekê NATO ji komkujiyên li gelê me tên kirin berpirsyar e. Dewleta Tirk bi çekên NATO'yê Efrînê hildiweşîne, jin, zarok û extiyarên me bi rengekî hovane dikuje. Leşkerên Tirk û çeteyên wê yên El Qaîde, El Nûsra û DAÎŞ'ê yên piştî dagirkirinê ketin nava bajêr, kolan bi kolanan, mal bi mal, dikan bi dikan li pêş çavên cîhanê bi rengekî hovane êşkence li her kesî kirin, talan û hovîtî kirin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku weasyit, çek û balafirên şer ên ku dewleta Tirk bi wan êrîşî Efrînê kir hemû yên NATO'yê ne, lewma bi qasî artêşa Tirk, NATO jî berpirsyarê vê hovîtî û komkujiyê ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Weke Kurdistanî, Tirkiyeyî, antî-faşîst û tevgerên aştiyê yên Belçîkî, ji bo bibin dengê gelê EfrîNê roja 27'ê Adarê em ê li Brukselê li ber NATO'yê bin" û bang li her kesî hate kirin ku wê rojê neçin dibistan û kar û tevlî meşa li Brukselê bibin.

Platforma Efrînê li ser cih û dema destpêkirina meşê jî agahî da û got, 27'ê Adarê saet 12:00 wê li Place Rogier Bruxellesê dest pê bike.