PKK'ê Kongreya xwe ya 11. lidar xist
PKK'ê Kongreya xwe ya 11. lidar xist
PKK'ê Kongreya xwe ya 11. lidar xist
PKK'ê ku kongreya xwe ya 11. lidar xist da xuyakirin, ku "Nêzîkatiyên ne cidî yên AKP'ê yên li pêşberî pêvajoyê", "gorîkirina gavên dîrokî yên Tevgera Azadiyê ji bo hilbijartinan" û "dijminahiya li Şoreşa Rojava" neçar hiştiye ku biryareke nû were stendin. PKK'ê li ser bingeha azadiya Ocalan û gelê Kurd, kongreya 11. weke "Kongreya serketin û fînalê" bi nav kir.
11. Kongreya PKK'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk hat. Ji çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat 125 delege beşdarî kongreyê bûn û ji sedî 40 delegeyan jin bûn.
Kongre di navbera 5 û 13'ê Îlonê de pêk hat û biryarên girîng hatin wergirtin. Encamên kongreyê bi danezana bi sernavê "11. Kongreya PKK'ê li hemû hevalên me, gelê me û mirovahiyê pîroz be!" ji aliyê Komîteya Navendî ya Partiyê ve ji raya giştî re hatin aşkerakirin.
Di danezana encamê hat ragihandin ku ji ber şerê dijwar ê sala 2012'an kongre salekê bi derengî kom bûye û di encama nîqaş û rojeveke berfireh de biryarên girîng hatine wergirtin û bi awayekî serketî temam bûye. Di danezanê de hat gotin, "Piştî ku perspektîfên Rêber Apo û rapor hatin xwendin, bi rojevên rewşa siyasî, îdeolojîk, rêxistinî, di çarçoveya parêznameyên nû yên Rêber Apo de guhertinên bername-rêzikname, pêşnûme biryarên ji bo gelek qadên xebatê, rexne û rexnedayînê kongreya me 8 rojan dewam kiriye. Kongre di pêvajoyeke gelekî girîng a ji bo têkoşîna me ya 40 salan pêk hatiye."
KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK ALTERNATÎFA ÇARESERIYÊ YE
Hat ragihandin ku di kongreya rewşa siyasî ya dawî ya li gelemperiya Cîhanê, Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê bi berfirehî hatiye nirxandin û ev xal hatin destnîşankirin: "Di çaryeka destpêkê ya sedsala 21'an de, ji ber modernîteya kapîtalîst ji pirsgirêkên civakî yên giran ên mirovahiyê re çareseriyên li ser bingeha demokrasî, azadî û wekheviyê nehatine dîtin. Di kesayetiya modernîteya kapîtalîst de, têkçûna sîstema dewletperest a pênc hezar salan tê jiyîn. Pêkanîn û polîtîkayên kevin ên dewletperest têk diçin, lê belê dewletê nû yên dikevin şûna wan jî ti pirsgirêkan çareser nakin. Alternatîfa yekane ya dewletê, konfederalîzma demokratîk a xwe dispêre civaka demokrartîk, dê weke alternatîfa yekane ya çareseseriyê cihê xwe ji nû ve di nava dîrokê de bigire. Sosyalîzma demokratîk a cihê zext û mêtîngeriyê lê nîne, dê bi konfederalîzma demokratîk derfetê bibîne ku pêk were."
YEKANE POLÎTIKAYA ALTERNATÎF A ÇARESERKER
Di danezana encamê de hat destnîşankirin ku li dijî hêzên emperyalîst ên modernîst a kapîtalîst û komikên deshilatdar ên statukoperestên kevnare, gelên Rojhilata Navîn rabûne ser piyan û hat gotin, "Di şûna van hêzên ne rewa, lêgerînên deshilatdariya dewletperestiyeke nû ya li ser berhevkirina mezhepperestî û netewperestiyê, ji pirsgirêkan re nabin çareserî. Ev nêzîkatiyên siyasî yên bêhurmetiya herî mezin li Îslamê dikin, berevajî aştî, xwişk-biratî û wekheviyê ya Îslamê, gelan tîne pêşberî hev û di şûna çareseriyê de pirsgirêkan girantir dike. Bûyer û rewşa siyasî ya li Rojhilata Navîn diqewime nîşan dide ku neteweya demokratîk a xwe dispêre konfederala demokratîk ku Rêber Apo wê weke xeta sêyemîn bi nav dike û hemû cihêrengiya civakî, olî û etnîkî yên antîkapîtalîst di nava xwe de vedihewîne, alternatîfa yekane ya çareseriyê ye. Mîna ku li Sûriyê û Rojava tê dîtin, yekane polîtîkaya alternatîf û rêya çareseriyê, ev xeta sêyemîn e."
Di danezana encamê ya 11. Kongreya PKK'ê de hat diyarkirin ku di encama têkoşîna 40 salan a tevgera azadiyê de Kurd li Rojhilata Navîn bûye hêza xwedî vîn, rêxistinbûyî û rê dide rêveçûnên siyasî û hat gotin, "Di pêvajoyeke ku li Rojhilata Navîn statukoya kevin hildiweşe, hewl tê dayîn di şûna wê de statukoyên nû bê avakirin de, bihêzbûna Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê yekemcar Kurd nêzî jiyana demokratîk û azad kiriye. Rastiya têkoşînê ya 40 salan nîşan daye ku garantî û ewlehiya jiyana demokratîk û azad a Kurdan û hemû gelên Rojhilata Navîn, ne hêzên derve ye. Gelên Rojhilata Navîn li ser bingeha demokratîkbûyîna rastîn dikare xwe bigihînin garantiya jiyana hevpar a demokratîk û azad. Li dijî her şêweyên zext û hêzên derve, bi hêza civak û gelên demokratîkbûyî, dikarin rawestin."
ŞOREŞA ROJAVA
Di danezana encamê ya 11. Kongreya PKK'ê de hat ragihandin ku ji Kongreya 10 û vir ve têkoşîna siyasî û leşkerî ya 5 alan û Şoreşa Rojava ya di Tîrmeha sala 2012'an de pêk hatiye hatine nirxandin û hat destnîşan kirin ku têkoşîna pênc salên dawî girîng e ku berhemên têkoşîna xwe dispêre civaka demokratîk radixe ber çavan. Danezan wiha dewam dike: "Ji Kongreya 10. û vir ve têkoşîna bi pêşengiya PKK'ê bi vê têgihiştinê hatiye meşandin, gelek pêşketinên girîng derxistiye holê. Eger pêşengiya partiyê baştir bihata kirin û bi rastî bi pîvanên partiyê kar bihata meşandin, dê azadiya Rêber Apo û azadiya Gelê Kurd pêk bihata. Kongreya me Şoreşa Rojava jî bi berfirehî nirxandiye û destnîşan kiriye ku serketina derketiye holê, pratîkbûyîna xeta sêyemîn a Rêber Apo y e. Eger stratejiya Sûriyeya demokratîk a Rêber Apo li ser bingeha yekitiya demokratîk a hemû gelan ava kiriye bicih were anîn, ne tenê mayîndebûna Şoreşa Rojava dê Sûriye jî demokratîk bibe û ev yek dê pêşî li jiyana demokratîk û azad a tevahiya Rojhilata Navîn veke."
POLÎTÎKAYÊN AKP'Ê YÊN TINEKIRINÊ TÊK ÇÛN
Di danezana encamê ya 11. Kongreeya PKK'ê de hat ragihandin ku ezmûna 40 salan, berxwedana gerîla ya sala 2012'an, berxwedana li zîndanan a bi ruhê 14'ê Tîrmehê, serhildana bênavber a gel û Şoreşa Rojava polîtîkayên AKP'ê yên ji bo tinekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd têk birine û hat gotin, "Rêber Apo gihaşt wê baweriyê ku têkçûna polîtîkayên şer ên dewleta Tirk weke firsende ji bo çareseriya demokratîk dîtiye û bi vî rengî Pêngava Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad daye destpêkirin. Tevgera Azadiyê ya Kurd hemû berpirsyariyên pêvajoya Rêber Apo da destpêkirin bicih anî û ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd rewşeke girîng derxist holê ku hikûmet karibe bi hêsanî gavan biavêje."
DIVÊ LI HEMBERÎ HELWESTA AKP'Ê BIRYAREKE NÛ WERE GIRTIN
Di danezanê de hat diyarkirin ku helwesta AKP'ê ya li hemberî pêvajoyê bi berfirehî hatiye nirxandin û hat destnîşankirin ku AKP'ê di şûna gavavêtinê de polîtîka mijûlkirinê şopandiye. Di danezana encamê de di vê derbarê de wiha hat gotin: "Nêzîkatiyên ne cidî yên AKP'ê ku pêvajoyê cidî nagire, gorîkirina gavên dîrokî yên Tevgera Azadiyê ji bo hilbijartinan, dijminahiya li Şoreşa Rojava, neçar hiştiye ku Kongreya me ya 11. biryareke nû bistîne. Ji bo AKP pêvajoyê cidî binirxîne û gavan biavêje, bi yek vînê biryar hatiye dayîn ku rawestandina vekişîna gerîla li KCK'ê bê kirin. Pratîkkirina vê biryarê ji aliyê KCK'ê ve jî, ji aliyê platforma kongreya me ve hatiye silavkirin."
Di Kongreyê de hate destnîşan kirin ku di hemû serkeftinên tevgera azadiya kurd û PKK’ê de helwest û sekna Rêber Apo bi bandor û wiha hate gotin: “Bi pêşengî û nexşerêya Rêber Apo di dema me ya pêş de li hemû parçeyên Kurdistanê û Tirkiyeyê derfetên serkeftinê zêde bûye û di serî li Tirkiye û Kurdistanê têkoşîna demokrasî û azadiyê, bi gelên din re pêşve hat birin û hatiye tespîtkirin ku dê serkeftin bi vê têkoşînê bê bidestxistin. Di vê esasê de di dema me ya pêş de xebata divê destpêkê bê kirin eve ku divê têkoşîn û rêxistina hevpar a gelan pêk were. Her wiha hêza demokratîk ya şoreşgera a gelê kurd ya li her çar parçeyên Kurdistanê, wek hêza sereke ya têkoşîna hevpar a gelan hatiye dîtin û PKK’ê wek peywir daye pêş xwe ku vê hêzên ji bo jiyana hevpar a demokratîk û azad a gelan pêk bîne xebata rêxistinbûn û bi hevre tevgerkirin daye pêş xwe. Kongreya me têkoşîna bi hevre û tevgera bi hevre ya hevpar a gelan bi hevre meşandin girîng û stratekîj dîtiye. Ligel vê pêkanîna Kongreya Netewî a Kurd ya ku îfadeya şênber ya yekitiya navbera kurdane, wek xebateke dîrokî dinirxîne. Dema ku geşedanên siyasî yên Rojhilata Navîn baldar tê girtin, pêkhatina vê xebatê ku beyî dereng bimîne, hem ji bo kurdan û hem jî ji bo gelên Rojhilata Navîn encamên gelek baş dê derbixe holê.
JI BO PARTÎBÛN Û KADROBÛNÊ BIRYARÊN GIRÎNG
Di kongreya ku xebatên kadrobûn û partîbûnê bi awayekî berfireh hat meşandin de biryarên girîng hatin girtin û wiha pê de çû: “Wekê di dîroka partiya me, ji 10’emîn kongreya me heta niha di pêvajoya 5 salî de, serkeftin û têkçûn jî teqez bi sekn kadro û pêşngiya partiyê re girêdayê ye. Di kongereya me de hat tespîtkirin ku sedema baş ne îşnakirina xweseriya demokratîk û netewa demokratîk û konfederaslîzma demokratîk, ji ber kêmasiya kadro û pêşengiya partiyê pêk hatiye. Di vê çarçoveyê de ferasetên ku pêşngiya partiyên piştguh dikin û pîvanên kadrobûnê bilind nakin, ji derveyê partibûnê hatiye dest girtin, wek şert hatiye destnîşankirin ku dê ev feraset bi perwerde û rexeyan sererast bikin. Sekna kadroyî yên ku pêşengtiya partiyê qels dikin, dê ji vir şûnde neyê qebûlkirin û divê kêmasî ji holê bên rakirin û divê rêxistinabûna partiyê li her derê bê meşandin û pêşentiya partiyê di hemû xebatan de rola xwe bilîze û der barê vê de kongreya me biryar girtiye.
Her wiha di kongreyê de mijareke din ya sereke ku hat nîqaşkirin jî ev bû ku modernîteya kapîtalîst roj bi roj zêdetir kesan bê kesayet û îrade dihêle û pirsgirêkên civakî giran dike, berbi bê çaretî û bêhêvitiyê ve dibe. Di kongreyê de wiha hat gotin: “Li dijî rastiya kapîtalîzmê bi kesayeta partîbûnê û maneviyata rêhevaltiyê bê sekinandin û bi taybet hat destnîşan kirin ku divê pergala demokratîk ya civakî bê avakirin.
Di berdewamiya danezanê de wiha hat gotin: “Li dijî vê dijminahiya li hember civakê û civaka kapîtalîzmê, li gorî paradîgmaya civakî ya azad a jinan a ekolojîk ya Rêber Apo, peywira sereke ya pêşengtiya partiyê eve ku ji kadroyan destpê bike û vê nasnameyê temsîl bike û bike civakî. Di esasa konfederal a demokratîk de divê sosyalîzma demokratîk bê înşakirin û pêşengiya vê jî divê di serî jin û ciwan û gelê kedkar û gelên bidest bike. Di kongreyê de bi taybet li ser hatiye sekinandin ku jiyaneke azad a jinan ya ekolojîk ya demokratîk, ciwan û jinên bi rêxistinkirî dikare bike.
KOMÎTEYA NAVENDÎ YA NÛ YA PKK’Ê HAT DIYARKIRIN
Di kongreyê de hate diyar kirin ku jib o hemû peywir baş bên bicihanîn, rewşa rêveberî û kadroyan bi taybet hatiye nirxandin û wiha hat gotin: “Li ser kêmasî û qelsiyên kador û rêveberiyê bi taybet hatiye sekinandin. Di esasa nirxandina berfireh ya kongreyê de, rêveberiya di 10’emîn kongreya PKK’ê ya sala 2008’an de hatiye hilbijartin derketine pêşberî platforma kongreyê û li dijî rexneyên delegeyên kongreyê, xwerexnedayîna pratîka xwe ya 5 salan dane û bîryar û îradeya ku dê berpirsyarî û peywira xwe ya di dema têkoşîna nû de bi serfetî bînin cih danîne holê. Di vê esasê de kongreya me Komîteya Navendî ya Partiya me ya nû diyar kiriye. 11’emîn kongreya PKK’ê wek kongreya fînal û serkeftinê ya di esasa ku azadiya Rêber Apo û gelê kurd bîne cih, hatiye danasîn.
BANGA JI BO GEL
Di danezanê de bang li gel hat kirin ku li dora pêşentgiriya partiyê bibin xelek û têkoşîna xwe bimeşînin û got: “Kongreya me ya 11’emîn bi taybet diyar kiriye ku divê rêxistin û kadroyên me biryar û îradeya di kongreya me de derketiye holê dê bi biryar û berpirsyariyeke mezin bînin cih û divê gelê me jî li dora pêşengiya partiyê bibin yek û li her qadê di meşa serkeftinê de cihê xwe bigire. Hemû gelên Rojhilata Navîn û gelên cîhanê li dijî hêzên hegomonîn modernîteya kapîtalîst û desthilatdariya mêtînger, di nava têkoşîna azad û sosyalîzmê de di nav yekitî û piştevaniyê de bin.”