PKK’ê nerazîbûn nîşanî daxuyaniya rayedarên Swêdî da

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK'ê nerazîbûn nîşanî daxuyaniyaniyên rayedarên Swêdî Oscar Stenstorm da, ku PKK'ê bi derdorên krîmînal re têkildar dike.

Daxuyaniya Komîteya Têkîliyên Derve ya PKK’ê wiha ye:

“Ev çend roj in ku hin rayedarên Swêdî, partî û tevgera me bi hin tiştên nerast re sûcbar dikin da ku Tevgera Azadiya Kurdistanê krîmînalîze bikin.

PKK, partiyeke siyasî ye ku di hewila xelasî û azadiya Kurd û Kurdistanê de ye û ji wê boneyê bedêlên pir giran dane. Partiya me, tevgerek e ku girêdayê nirxên exlaqî, wicdanî û demokratîk e. Partiya me, ji roja avabûn (1978) a xwe heta niha, 45 sal in bi van nirxan siyasetê dike. Tu têkiliya partiya me bi kes û derdorên krîmînal re nîn e û li dijî der û dorên wisa ye.

Tevî ku rastî ev e, dewleta Tirk û der û dorên pê re hevkar in, ji bo krîmînalîzekirina partiya me, serî li her derew, dek û dolab û nebûyiyan didin. Ev demek e ku Sefîr Oscar Strenstrom ê serokê şandeya li ser navê Swêdê gotûbêjê Tirkiyeyê dike, jî tevlî karwanê van sûcbariyên nerast bûye. Birêz Strenstrom, di gotûbêjekê ku bi Radyoya Swêdê re kir de; got ku hin kesên krîmînal ên li Swêdê sûcên xesp, çek û tiryakê dikin, partiya me fînanse dikin û navekê bi navê 'Roviyê Kurd' dide.

Daxuyaniya Birêz Strenstrom, ne rast e, tiştekê wisa nîn e û ji bo xweşkirina dilê muxetebên xwe yên Tirk ku bi wan re hevdîtinê dike, ev sûcbarî ji ber xwe got. 'Roviyê Kurd' kî ye, em nizanin, nas nakin, tu têkiliya me pê re nîn e. Li Tirkiyeyê kirina gotineke di lehê PKK’ê de, sûc e û cezayê girtîgehê li mirov tê birîn. Gelek kes hene ku ji ber gotinek di lehê PKK’ê de kirine, nanek dane PKK’iyan, hatine sûcbarkirin û ji Tirkiyeyê hatine ji bo penaberiyê serî li meqamên Swêdê dane. Li gor îdiaya Strenstrom, 'Roviyê Kurd' ji ber sûcên ku kirine li Swêdê lê digerin û li Swêdê alîkarî bi PKK’ê re kiriye, lê reviyaye Tirkiyeyê û li Tirkiyeyê bi serbestî digere. Daxuyaniyeke bêhawe ye. Daxuyaniyên wiha, ne bi tenê Birêz Strenstrom dide. Demên dawîn, di çarçoveya hevdîtinên ji bo endamtiya NATO’yê de, ji bo xweşkirina dilê hikûmeta Tirkiyeyê û Erdogan, rayedarên hikûmetê yên mîna Wezîrê Karên Derve Tobias Billstrom jî daxuyaniyên wiha didin. Em van hemû sûcbariyan red dikin. Hikûmeta Swêdê dibe ku bi Tirkiyeyê re geşe bi têkiliyên xwe bide, lê bila di ser me re, di ser Kurdan re bazariyê nekin, bi Erdoganê dest bi xwîn re ku li welatê me sûcên şer ên li dijî mirovahiyê dike, nebin piştgir. Dostaniya Kurdan û gelê Swêdê ya bi hev re, ji zû ve heye. Ev dostanî ji bo me hêja ye, em giringiyê pê didin û dixwazin hêj bi pêş ve biçe. Gelê Swêdê yê xwedî wicdan, dizane û dibîne  ku ev daxuyanî û sûcbarî ji bo çi tên kirin. Ki çi dibêje bila bibêje, em ê parastina nirxên mirovî, exlaqî û demokratîk bikin, em ê bimeşin di wê rêyê de ku em ji rastiya wê bawer in û welatê xwe ji dagirkeriyê xelas bikin û gelê xwe azad bikin.”