PJAK: Serketina HDP’ê bidawîbûna faşîzma Erdogan e
Hevserokatiya Rêveberiya PJAK’ê destnîşan kir ku mercên hilbijartina Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ne rewa bû û bibîr xist ku derbaskirina HDP’ê ya benda ji sedî 10 serkeftineke.
Hevserokatiya Rêveberiya PJAK’ê destnîşan kir ku mercên hilbijartina Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ne rewa bû û bibîr xist ku derbaskirina HDP’ê ya benda ji sedî 10 serkeftineke.
Hevserokatiya Rêveberiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) têkildarî hilbijartina li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û got: “Hilbijartina serokkomarî û parlemeteriyê ya li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê di nava Rewşa Awarte û neqanûniyê de pêk hat. Bi dirêjkirina Rewşa Awarte re desthilata xwe ya tirsna k li ser hikûm digire û li aliyê din jî bê awayekî der qanûnî rêveber û nûnerên Kurdan girtin.”
PJAK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser desteserkirina hemû sazî û dezgehên dewletê ya Erdogan û wiha pêde çû: “Piştî ku Erdogan hemû dezgehên çapemenî û ragihandinê kir di bin kontrola xwe de û şûnde, karî Efrînê dagir bike û propagandaya dagirkirina cihên mîna Minbic, Şengal û Qendîlê kir. Ev encamên polîtîkayeke derew û xapandinê ye ku bikare xwe li ser desthilatê bigire ye. HDP partiyeke ya ku ji bo gelemperiya Tirkiyeyê di nava her şert û mercan de azadiyê dixwaze ye ku karî benda ji sedî 10 hilweşîne û derbasî meclîsê bibe. Ev serkeftineke mezin e. Ev serkeftin ji bo faşîzma Eerdogan-Bahçelî tirs û xofek e. Divê bi teqez neyê jibîrkirin ku ev şerê demokrasiyê ku li hemberî Erdogan têkirin, ne ji bo gelê Tirkiyeyê belkû ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn a jiyaneke nû ye.”
Herî dawî PJAK’ê destnîşan kir ku serkeftina HDP’ê weke destpêkeke ji bo bidawîkirina rejîma hikûmeta AKP’ê û Erdogan e û ev tişt got: “Serkeftina HDP’ê li tevahî azadîxwaz û jinên şoreşger dikin. Bi wê bawer bin ku ev serkeftin gaveke destpêkê ye ji bo bidawîbûna nîjatperestî û faşîzma Erdogan e.”