Piştî bi salan heman dîmen

Piştî bi salan heman dîmen

Di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de yek ji hedefên terora polîsan Karkerê Metalê Serdal Gul bû. Gulê 28 salî yê ji Koçgiriya Sêwasê, xwe avêt kolana Şîşlî Bomontî lê yekîneyên hêza çevîk qasî du metran nêz ew hedef girt û bibombeya gazê giran birîndar kir. Gulê ku hestiyê serê wî şikest û xwîn rijiya ser mejiyê wî, piştî emeliyata giran ya li nexweşxaneya Memorial kir, pirsa destpêkê pirsî “Çi ji hevalên min hat?” bû. Gulê ku li taxa Gazî hat cîhanê û mezin bû, komkujiya Gazî ku di temenê xwe yê 11 salî de şahidiya we kir û di serê wî de hatî kulan, piştî çend salan wî bixwe jiyan kir.

Dîmenên Serdal Gul yên dema ku li erdê ye li televîzyona de derket, weke sembola terora polîsan ya 1’ê Gulana 2013’an li mejiyê mirovan hate kûlan. Wî ev teror ne niha beriya vê jî, li taxa Gazî ya lê hatî cîhanê û mezin bûyî dîtibû. Dema ku şahidiya Komkujiya Gazî ya 12’ê Adara 1995’an kir, hêjan 11 salî bû. Yek ji dîmenên ku Serdal Gul qet û qet ji bîr nekirî Ozlem Tunça ku ji aliyê polîsan ve tê gulebaran kirin û weke sîmgeya komkujiya Gazî qey dibêjin miriye li erdê dihêlin. Piştî bi salan heman dîmenê polîsan bi Gul da jiyan kirin.

KOMA MARJÎNAL POLÎS BI XWE YE!

Birayê Gul, Sercan Gul ku li nexweşxaneya Memorial bi awayek bêzar nobetê digre pir bi hêrse. Gul bilêv dike ku, ji bo ew cejna karkeran 1’ê Gulanê bi awayek aştiyane pîroz bikin çûne û got: “Ez li wir tenê rastî komek ya marjînal hatim ew jî polîs bixwe bû.” Sercan Gul da diyarkirin ku, ji bo tevlî pîrozbahiyan bibin ber bi Şîşliyê ve diçûn û bûyerên rûdane wiha rave kir: “Hêjan em negihayî ber otela Cevahîr polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî girseyê kir. Ji ber gazê çav çavan neditî. Yên li ser hişên xwe çûyî hebûn. Serdal jî weke her kesê ji gazê bandor bibû. Ew qas tund êrîşî girseyê kir ku, her yek ji me belavî cihekê bû. Serdal jî bi çend hevalên xwe yên karker re xwe avêtibû kolana navbera Şîşlo Bomontiyê. Tam ber bi kolanek din ve diçûn, qasî 2 metreyan nêz hêzên çevîk bombeya gazê li rûyê wî dan.

MIROVAHÎ LI ERDÊ YE...

Dema ku bombeya gazê li serê wî ket li ser hişên xwe çû. Dema ku ket erdê û bê tevger ma, ji bo kesek neçe alîkariyê berdewam bombeyên gazê avêtin. Hevalek yê Serdal dema ku dît di nava gazê de li erdê bêtevgere, xwe avêt nav ewrên gazê û ew ji wir rizgarkir. Teksiyek girt û bir nexweşxaneya Memorial. Ez wê demê li aliyê Şîşliyê bûm. Wê demê qalikê gazê yê polîsan avêt li milê hevalekê ketibû. Dema ku ew jî çûye nexweşxaneya Memorial tesaduf rastî Serdal hatiye. Di wê demê de li min geriya û agahî da min. Ez lez hatim nexweşxaneyê. Şansek pir mezinbû ku, wê rojê hemû cerah li nexweşxaneyê bûn. Di cih de mudaxele kirin. dema ku tomografî kişandin û dîtin, hestiyê serê wî şikestiye, xwîn rijiyaye ser mejî û trawma derbaz kiriye, bilez xistin emeliyatê. Emeliyeta 1.5 domkir û pirsa destpêkê pirsî “Hevalên min çawanin?” bû. 2 rojan li beşa çavdêriyê ma. Niha başe lê dema pir diaxive diweste.

NE KEVIR QALIKA GAZÊ BÛ

Sercan Gul bertek nîşanî gotina Waliyê Stenbolê Huseyîn Avnî ya “Ne gazê kevirên hevalên wan ew birîndar kirin” da û got: “cerah û dixtorên li Memorialê aşkera kirin ku, cismê ku li serê Serdal ketî ne kevire, tenê cismekî wekî qalikê bombeya gazê birînek wisan çêbike.” Gul destnîşan kir ku, ewan di derbarê Wezîrê Navxweyî Muammer Guler, Waliyê Stenbolê Huseyîn Avnî Mutlu û Midûrê Polîsan yê Stenbolê Selîm Ay de giliyê sûc kirine û ji bo rapore bigirin ew dê serî li Saziya Tiba Edlî bidin. Gul da zanîn ku, “Ez dê vê direwa wan li rûyê wan bidim. Ev terora dewletê ye. ew dê hesabê vê bidin.” Gul da zanîn ku, ew xwendekarê zanîngehê ye, bavê wî ji kar derxistine û dayîka wî jî ji karkeriya malê teqawit bûye, ji ber wê çendê hemû malê birayê wî Serdal temaşe dike, malbat hemû mexdûr kirin. Gul bilêv kir ku, beriya çend salan wî û birayê wî şahidiya komkujiya Gaziyê kirine û got: “Ozlem Tunça ku ji serê xwe gule xwarî tu caran ji mejiyê me neçûye. Em hêjan gelek biçûkbûn dema me manewrayên dewletê zanîn. Hêrsa min hêjan mezintir bûye.”