BI DÎMEN

'Divê gelên Rojhilata Navîn xwedî li banga Rêber Apo derkevin'

Hevserokê PYD’ê yê Kantona Firatê Bozan Xelîl wiha got: "Banga Rêber Apo ya ji bo aştiyê li hemberî şerê heyî gavekî nû ye. Em hêvî dikin ku tevahî gelên Rojhilata Navîn xwedî li banga Rêber Apo derkevin."

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Kantona Firatê Bozan Xelîl têkildarî aloziya li Rojhilata Navîn ji ANF’ê re axivî.

Bozan anî ziman ku Rojhilata Navîn di sedsala 21’an de di nava alozî û qeyranê de ye û got: "Ev alozî bi destê hin hêzan desthilatdar tên meşandin. Piştî banga Rêber Apo ya ji bo aştiyê, dewleta Tirk a dagirker ti gav neavêtine. Di heman demê de jî piştî rûxandina hikûmeta Beşar El Esed, divê li Sûriyeyê aştî pêk bihata, lê dîsa jî krîz û kaos didome."

Bozan diyar kir ku li Rojhilata Navîn de ji her netew û rengê mirov hene û wiha got: “Dewletên desthiltdar dixwazin mafên van mirovên ji her netewê, binpê bikin. Destura Sûrî ya nû tenê di nava xwe de yek ziman, yek reng û yek mezhebê dihewîne. Li dijî vê desturê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hevpeymana Civakî heye. Gel hemû di nava vê Hevpeymanê de cih digirin. Di Hevpeymana Civakî de azadiya jin, yekîtiya hemû gel û netewan û ruhê demokrasiyê esas e. Ev destûra ku dibêjin demkî ye, ti carî nayê qebûlkirin.

Şer tiştekî ji derveyî civakê ye. Banga Rêber Apo ya ji bo aştiyê li hemberî şerê heyî gavekî nû ye. Em hêvî dikin ku tevahî gelên Rojhilata Navîn xwedî li banga Rêber Apo derkevin."