Piştgiriya ji bo berxwedana Parqa Gezî zêde dibe

Piştgiriya ji bo berxwedana Parqa Gezî zêde dibe

Piştgiriya berxwedana Parqa Geziyê her ku diçe mezin dibe. Li Edene, Mêrsîn, Îzmir û Aydinê çalakî hatin lidarxistin.

Piştgiriya ji bo berxwedana Parqa Geziyê her ku diçe belav dibe û didome. Koma ku di pêşengiya KESK, TMMOB, Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ODP, ÎHD, Mala Gel, BDSP, TKP, SYKP û Kolektîfa Xwendekaran jî di navde bi hezaran kes li Parka Ataturkê kom bûn û piştgirî dan berxwedana Parqa Geziyê. 
Komê hem piştgirî da kesên ku li Edeneyê çalakî pêk anîn û hatin binçakirin, hem jî bertekên xwe yên li hemberî polîsan anîn ziman. Li ser navê komê Serokê Şaxa SES'ê yê Edeneyê Muzaffer Yuksel, daxuyanî xwend û mudaxaleyên polîsan ên li dijî girsê şermezar kir. Yuksel, xwest bi lezgîn 13 kesên li Edeneyê hatin binçavkirin serbest bên berdan. Yuksel, anî ziman ku dê saet di 19.00'ê Yekşemê de li Parka Ataturkê kom bibin û heta Qada Ugur Mumcu meşek girseyî pêk bînin û bang li her kesî kir ku tev li meşê bibe. 

Li Navçeya Seyhanê ya Edeneyê jî komek endamên CHP'ê xwestin bimeşin parka Ataturkê. Koma CHP'ê di meşê de li taxa Hurriyetê rastî barîkata koma AKP'ê hat û di navbera koma CHP'ê û AKP'ê de şer derket. Piştrî ku polîsan jî bi bombeyên gazê mudaxaleyî komê kir di navbera komê û polîsan de jî pevçûn derket.

Li navçeya Yenişehira Mêrsînê jî bi heman armancê li Qada Barişê welatî kom bûn û heta derengê şevê çalakî pêk anîn. Qelatiyan li gel ku demekê li qadê ceyran qut bû jî heta derengê şevê bi kurdî, ermenî, tirkî û zimanên din stran gotin û govend gerandin. 

Li navçeya Tarsûsê ya Mêrsinê jî bi heman armancê çalaki hat lidarxistin. Bi sedan kesên ku li Qada Quleya Saetê kom bûn di elehê AKP'ê û Erdogan de silogan berz kirin û piştgirî dan çalakgerên Taksimê. 

Li Îzmirê jî çalakiyên ku hatin lidarxistin wekî kerwewalê geş bû. Girseya ku li Qada Gundogdu li hev kom bû bê navber siloganên "Her der Taksim, her der berxwedan" berz kirin û heta serê sibê çalakiya xwe berdewam kirin. 

Li Aydinê jî koma ku li Rêya Sevgî kom bûn çalakî pêk anîn. Koma ku di navde xwendekarên Zanîngeha Adnan Menderesê jî hebûn ji bo piştgiriê bidin çalakgerên Parka Taksimê bi stran û govendê çalakî pêk anîn.