Pisporên NY ji Şamê vegeriyan, niha dûra heyeta bêçek kirinê ye

Pisporên NY ji Şamê vegeriyan, niha dûra heyeta bêçek kirinê ye

Pisporên NY piştî lêpirsîna ku li tesîsên tê diyarkirin çekên kîmyewî lê hatine bikaranîn, ji Şamê veqetiyan.  Di nava 7 herêmên ku heyet lê lêpirsînê didomîne û çav lê ye heyet heya dawiya meha Cotmehê rapora xwe aşkera bike, di nava van qadan de taxa Kurdan ya Şêxmeqsûd jî heye. Heyeta Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ber bi Şamê ve rê ket.

Heyeta pispor ya weke “mîsyona NY ya lêpirsîna îdiayên bikaranîna çekên kîmyawî li Sûriyeyê” tê binavkirin roja Çarşemê giha paytextê Sûriye Şamê. Li gorî daxuyaniya ku NY daye diyarkir ku, piştî heyetê çend belge û eşantiyon bidest xist, her wiha piştî çend mulaqet kirin pêkanîn xebata xwe xilas kirin.

Heyeta pisporên NY bi rêvebirina lêpirsîna heft tesîsên hate gotin çekên kîmyewî lê hatine bikaranîn, hatibûn erkdar kirin.

Wiha ne:

-Êrîşa “kîmyewî” ya di 19’ê Adarê de li herêma Heleb ya Han El Assal ku rejim û muxalefetê hev sûcdar kirî

-Êrîşa 13’ê Nîsanê li Taxa Şêxmeqsûd ya Kurdan pêkhatî

-Êrîşa 29’ê Nîsanê li herêma Saraqeb ya Îdlîbê

-Êrîşa kîmyewî 21’ê Tebaxê li herêma Guta ya Şamê

-Êrîşa 22’ê Tebaxê li herêma Bahariye ya li nêzî Şamê

-Êrîşa 24’ê Tebaxê li semta Cobar ya dikeve bakûrê rojhilatê Şamê

-Êrîşa 25’ê Tebaxê li Taxa Eşrefiye Sahnaya ya li herêma Şamê

Li gorî rayedarên NY, di sê êrîşên dawî de gilî ji hikumeta Sûriyeyê hatiye ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Nîqaşên li ser êrîşa 21’ê Tebaxê jî hêjan didomin. Beriya vê heyeta ku serokatiya wê Aake Sellstromê Swêdî dikir, lêpirsîna êrîşa 21’ê Tebaxê a li Şamê kiribû û gihabûn encama li vir çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Lê belê diyar nekiribûn ku, êrîş kê pêkaniye, ji ber ku ew nediket nava peywira heyetê de. Li gorî Washingtonê di vê êrîşê 1500 kes mirin. Welatên Rojava rêveberiya Şamê ji vê êrîşê berpirs girtibû. Rûsya jî dibêje, ev êrîş provokasyona komên çekdare.

GÛMANA LI ŞÊXMEQSÛDÊ GAZA SARÎN

13’ê Nîsanê rejima Sûriyeyê bi helîkopteran li Taxa Şêxmeqsûd ya Helebê ku piranî Kurd lê dijîn bombe barandibûn. Di êrîşê de du zarok û jinekê jiyana xwe ji dest da bû, 16 kes jî birîndar bibûn. Di dîmenên ku ANF’ê weşandî de, birîndarên ku dilerizîn, nîv ji xwe çûyî û di dev û difna wan de kefa spî derdiket dihat dîtin. Dixtoran diyarkir ku, di êrîşa bombeyî de çekên kîmyewî hatine bikaranîn, her wiha şahidên bûyerê didan diyarkirin ku, ji helîkopteran bombeyên weke qûtiyên konserveyan di avêtin. Artêşa Kurdan YPG’ê ragihandibû ku, ji bo bizanin ew bombeyên hatine avêtin madeyên kîmyewî navde hene yan na, lêpirsîn dabû destpê kirin.

Nehate zanîn ku, heyeta pisporên NY çûne Şêxmeqsûdê li cihê bûyerê hûrkolîn pêkanîne yan na.

NY têkildarî lêpirsîna dawî ya ku pispor li Sûriyeyê dikin, dibêje dibe ku rapor dawiya meha Cotmehê were aşkera kirin.

HEYETA BÊÇEK KIRINA ÇEKÊN KÎMYEWÎ LI SER RÊYA ŞAMÊ NE

Piştî vegera vê heyetê, li gorî biryara ku di Konseya Ewlekariya NY de hatiye girtin, heyeta Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî, ji bo destpêkirina operasyona îmha kirina çekên kîmyewî, roja Sêşemê diçin Sûriyeyê. Heyet îro giha Beyrûtê.

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ku navenda wê li bajarê Lahey ê Holandayê ye, li gorî biryara 27’ê Îlonê girtî, nexşe rêya ku ji bo îmha kirina çekên kîmyewî hatî dayîn qebûl kiribû. Li gorî vê tê armanckirin ku, heya nîva sala 2014’an li Sûriyeyê çekên kîmyewî îmha bikin.

Ger rejima Sûriyeyê hevkariyê neke, OPCW dê mijarê bikare bibe Konseya Ewlekarî û Lijneya Giştî ya NY.

Konseya Ewlekariyê jî têkildarî biryara ku piranî dengan hatî qebûl kirin, nehatibû pêş dîtin ku otomatîk mudaxeleyek leşkerî bikin. Eger rejima Esad van pêk neyne dê bikarin biryara duwemîn bigirin. Di vê pêngava duwemîn de dibe ku Moskowa û Pekîn veto bikin. Beriya vê jî sê pêşnûme biryarên ku xistin rojeva Konseya Ewlekarî ya Ny ji aliyê Rûsyayê ve hatibûn veto kirin.

ESAD: EM DÊ BIRYARA NY PÊKBÎNÎN

Serok Dewletê Sûriyeyê Beşar Esad roja Yekşemê ji kanala Rai 24 ya Îtalyayê re axivî û da diyarkirin ku, ew dê biryara NY pêkbînin.