Pispor: Pêşî benqeyên Tirk û şîrket wê birûxin

Li hêlekê nirxê lîreyê Tirk li bara Dolarê Amerîkayê kêm dibe, pisporên biyan ên aboriyê dibêjin Tirkiye wê nikaribe ji bin vê krîzê rabe û pêşî benqe, piştre jî şîrket birûxin.

Piştî rejîma Erdogan Andrew Brûnson ê ku rehîn hatî girtin bernade, rêveberiya DYA’yê li ser Tirkiyê biryara guşara aborî stand û ji hingî ve lîreyê Tirk li bara dowîzê ji nirx dikeve. Ji serê salê ve lîreyê Tirk 40 ji 100’î li bara dolaran ji nirx ket, têgotin di vê maweyê de lîreyê Tirk 29 ji 100’î heliyaye.

Li gorî pisporên biyan ên aboriyê Tirkiye nema dikare ji bin vê krîzê rabe û fatoraya krîzê li pey hev wê li saziyên fînansê û piştre li şîrketan were birîn. Li gorî pispora pêşî şîrket wê nikaribin deynê xwe bidin û piştre sermiyana benqeyan wê bihele.

 ‘SERMIYANA BIYAN SENARYOYA HERÎ KAMBAX DATÎNE’

Jakob Chrîstensen, yek ji pisporê fînansê ya Bank Danske, ku mezintirîn benqeya Danîmarkayê ye û li gelak welatên cîhanê sermiyana wê heye, got, ‘’Êdî piyaseta biyan ji bo Tirkiyê senaryoya herî kambax hazir dike, tirsa ku benqe û şîrket wê nikaribin deynê xwe bidin serdest e.’’

Wladîmîr Mîklaschewskî, yek ji pisporê heman benqeyê got, ‘’Heke lîreyê Tirk dîsa xwe bi ser hev de neyine, encamen vê wê weke kevirên domînoyê bin, şîrket ku nikaribin deynê krediyan bidin, wê benqe birûxin.’’

Lucas Irîsîk, yek ji rêveberê Nîkko Assten Management, ku yek ji kma fînansê ya navdar a Japonyayê ye, ji pisporê dî cudatir difikire. Texmîna Irîsîk a ji bo maweyek kurt wiha ye: ‘’Ji nirx ketine lîreyê Tirk di demeke nêz de wê aboriya Tirk giran bike û wiha çerx wê nema bizîvire.’’

Beriya bi çend rojan yek ji saziya fînansê ya DYA’yê Goldman Sachs jî got heke lîreyê Tirk wiha ji nirx bikeve û dolar /lîre bibe 7.1 sermiyana zêde ya benqeyên bi navenda Tirkiyê dibe ku bihelin.