Pirtûka Ocalan li Venezûelayê hate nasandin

Pirtûka 'Şaristaniya Kapîtalîst: Serdema Xwedayên bê maske û Qralên tazî' ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Venezûelayê hate nasandin.

Pirtûka 'Şaristaniya Kapîtalîst: Serdema Xwedayên bê maske û Qralên tazî' ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku bi zimanê Spanî hate wergerandin, li Latîn Amerîayê tê nasandin. Tûra nasandina pirtûkê li paytexta Venezûela Caracasê dest pê kir û wê li Meksîka, Kuba û Ekvadorê dewam dike.

Ji pirtûkên ku heta niha bi pêşnivîsa Atîlîo Boron bi zimanê Spanî hate wergerandin 'Koka Şaristaniyan' par li Arjantîn, Şîlî û Ûrûgûayê hatibû nasandin. 3 pirtûkên din ên Ocalan, piştî ku bi zimanê Spanî hate wergerandin wê bên weşandin.

Civîna danasînê, ku vê hefteyê li Caracasê hate kirin, bi tevlîbûneke xurt û baldarî hate kirin. Şivan Zerdeştî, ku pirtûkên Ocalan bi Spanî werdigerîne, li ser vê pirtûka duyemîn a wergerandiye, pêşkêşiyek kir.

Şivan Zerdeştî, tevî dewlemendiyên Kurdistanê, li ser dîrok, rewşa etnîkî, bawerî û çanda Kurdan a ku hewl dide ji bo aştiyê çareseriyan bafirînin, agahî da.

Pirtûkên 'Koka Şaridstaniya û 'Şaristaniya Kapîtalîst: Serdema Xwedayên bê maske û Qralên tazî' wê di 15'ê Gulanê de li paytexta Kolombiya Bogotayê, li Zanîngeha Pedagojî ya Neteweyî werin nasandin.

Di vê civîna danasînê de wê Nûnera Tevgera Jinên Kurdistanê li Latîn Amerîkayê û endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Şivan Zerdeştî baxivin. Civîn ji aliyê Lûtkeya Bajêr a Gel, Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Zanîngeha Pedagojî ya Neteweyî û Kongreya Gel ve tê organîzekirin.

Li gorî zanyarê siyasetê û civaknasê Arjantînî Atîlîo Boron, ku pêşnivîsa her du pirtûkên destpêkê yên Ocalan ên bi Spanî hatine wergerandin nivîsand, "Ev berhemên navborî, der barê gelê Kurd ê sosyalîst, antî emperyalîst, femînîst, dij bi dewletparêzî û hawirdorparêz de nêrînekê pêşkêş bikin."

Piştî civîna danasînê ya li Bogotayê, ku wê roja Duşemê bê kirin, pirtûkên 'Koka Şaristaniyan' û 'Şaristaniya Kapîtalîst: Serdema Xwedayên bê maske û Qralên tazî' wê li Ekvador, Meksîka, Kuba, Arjantîn û Ûrûgûayê werin nasandin.

Danasîna pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibe pirek di navbera têkoşînên li gelemperiya cîhanê û têkoşîna bi salan a gelê Kurd. Her wiha tê têkiliya navbera têkoşînan xurtir dike.