Pirtûka li ber serê DAIŞ’ê jî ji kîsê Tirkiyê ye…
Li Tebqayê gelek delîlên bi mohra Tirkiyeyê hatin dîtin. Di nav van de pirtûk jî hene ku li Tirkiyeyê hatine çapkirin û belavkirin.
Li Tebqayê gelek delîlên bi mohra Tirkiyeyê hatin dîtin. Di nav van de pirtûk jî hene ku li Tirkiyeyê hatine çapkirin û belavkirin.
Pitşî ku operasyona rizgarkirina Tebqayê bi serketî çû serî, di lêgerînan de gelek delîlên bi mohra Tirkiyê hatin dîtin. Di nav van de pirtûk jî hene ku li Tirkiyê hatine çapkirin û belavkirin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), piştî operasyona 50 rojî, 10’ê Gulanê ragihand ku wan Tebqa û Bendava Firatê bi temamî rizgar kirine. Di operasyonê de gelek çek û cebilxaneyên ku ji Tirkiyê ji bo çeteyên DAIŞ’ê hatine şandin, hatin dîtin. Her wiha çekên bi mohra NATO jî ji Tirkiyê ji bo DAIŞ’ê hatine şandin û QSD’ê ev bi dest xistin.
Di lêgerînan de hate dîtin ku ne tenê çek û cebilxane lê her wiha kanên îdeolojîk ên DAIŞ’ê jî ji Tirkiyeyê çûne. Pirtûka bi navê 'Şehadet Yolunda, Cîhat Erlerî' ya Harun Îlhan jî li Tirkiyê hatiye çapkirin. Ji hêla weşanxaneya 'Kuresel Kitap' ve li Stenbolê hatiye çapkirin. Cihê çapê Uskudar e. Adrêsa weşanxaneyê li Fatîhê ye û her wiha li Umraniye li Çarşiya Bolukbaşi Kitapçilarê şûbeya wê heye. Nivîskarê pirtûkê endamê El Qaîdeyê yê ispatkirî ye. Pirtûk bêyî ku were astengkirin di ser gelek malperan re jî tê firotin. Pirtûka bi Tirkî nîşan dide ku gelek endamên çeteyên DAIŞ’ê yên Tirk jî hene.
Di pirtûkê de banga tundrewî û hovîtiyê tê kirin. Harun Îlhan 15-20’ê Mijdara 2003’an bi sedema kut evlî êrîşa bombeyî ya Stenbolê bûye hate darizandin û 2007’an cezayê hepsê yê muebbetê xwar. Di dadgehê de sûcên ku kirin anî ser xwe û hovîtiya li dijî yê ne misilman parast. Di dadgehê de got, "Di vê serdemê de ji bo kafiran ji şûr wêdetir şer tine."
Di berga pirtûkê de jî ji bo tundiyê û hovîtiyê bang heye: "Wê bêhna barûdê têkelî hewayê bibe, ji lûleyan wê mirin bipeke.."
Li Tirkiyê ku rexneya herî biçûk tê mehkûmkirin û zext li ser tê danîn balkêş e ku pirtûkên hovîtiya DAIŞ’ê bi rehetî dikarin li weşanxaneyên Tirk çap bibin, biweşin û li ser malperan bi rehetî danasîn û belavkariya wan were kirin.
Harûn Îlhan li gel ku 2007’an mehkûm bûye jî, bi navê wî pirtûka wî 2012’an ji weşanxaneya 'Kuresel Kitap' derket.