Pirsgirêkên mirovahiyê dê Ocalan çareser bike
Pirsgirêkên mirovahiyê dê Ocalan çareser bike
Pirsgirêkên mirovahiyê dê Ocalan çareser bike
Hewa Hîlole Mehmud (28) ya ji Somaliyê di encama tundiya ku ji hevjînê xwe dît zarokê xwe yê 6 salî Ebdullah girt û destpêkê çû Yemenê, ji wir jî çû Sûriyeyê. Piştî şerê Sûriyeyê hat Tirkiyeyê.
Hewa Hîlole Mehmûd li Îzmîrê bi xaniyekê biçûk de bi zarokê xwe re dijî. Ji bo alîkariyê serî li her derê da lê hat redkirin. Niha bi parsekiyê li zarokê xwe dinê re û bang li rêxistinên jinan kir.
Hewayê di 1’ê Gulanê de di korteya BDP’ê de cih girt û got: “Gelê Kurd li dijî neheqiyê têkoşînê dide. Rêberê Gelê Kurd Ocalane. Li Somaliyê jî kesekî bi rumet tê zanîn.” Hewa Hîlole Mehmûd ji ANF’ê re axivî.
EZ BI PARSEKIYÊ LI ZAROKÊ XWE DINÊRIM
Mehmud wiha got: “Ez di bin şertên giran de jiyam. Êdî hêza min nema. Min kurê xwe girt û ez çûm Yemenê. Piştre çûm Sûriyeyê. Li Sûriyeyê şer dest pê kir. Ez ji wir jî hatim Tirkiyeyê. Em ketin vî xanî. Odeyek wê heye. Mirov nekarin bijîn. Şert û mercên me dervey mirovatiyê ne. Ez nikarim heqê av û elektîrîkê bidim. Min bi dehan carî bo alîkariyê serlêdan kir. Lê her tim hat redkirin. Ji ber kurê min tirkî nizane, ez nikarim bişînim dibistanê. Nexweş dikeve ez nikarim bibim nexweşxanê. Gelek caran zarokê min birçî radizê. Ez ji bo lê binêrim parsekiyê dikim. Ez bang li rêxistinên jinan dikim bila alîkariyê bidin min.”
PIRSGIRÊKÊN MIROVAHIYÊ DÊ OCALAN ÇARESER BIKE
Mehmûd destnîşan kir ku, 1’ê Gulanê roja bindest û xizanane û got: “Gelê Kurd li dijî neheqiyê têdikoşe. Min xwest ez bi wan re bimeşim. Têkoşîna Kurd li Somaliyê tê zanîn. Rêzê nîşan didin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Somaliyê bi taybet Mogadîşu tê naskirin û rûmeteke mezin nîşanê wî didin. Niha Ocalan girtiye. Somalî vê rewşê dizane. Dema li Somaliyê pirsgirêkên mirovan tên axaftin hema behsa Ocalan tê kirin. li Somaliyê baweriya ku Ocalan dê pirsgirêka mirovahiyê çareser bike heye.
Mehmûd balkişand ser şîdeta li ser jinê ya li Somaliyê û got: “Em hewldanên Ocalan yên ji bo azadiya jinê dizanin. Ev yek li Somalî û paytexta wê Mogadîşu tê zanîn ku rêzek mezin nîşan didin. Ocalan divê bigihêje azadiya xwe. Ew kesekî girîng yê ji bo mirovahiyê ye.”