Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Pirsa Demîrtaş bo Erdogan: Fermana Roboskiyê kî da?

Pirsa Demîrtaş bo Erdogan: Fermana Roboskiyê kî da?

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahettîn Demîrtaş di kongreya BDP'a Mêrsînê de diyar kir ku, hikûmeta AKP'ê hêza polîs û darazê di bin kontrola xwe de digire û zagonan binpê dike. Demîrtaş da zanîn ku, bi fermana cemaetan û rêxistinbûna cemaetê bi hezaran endam û rêveberên BDP'ê girtin û wiha got: "Te Serfermandarê Artêşê û Fermandarê Hêzên Bejayî berpirsiyar negirt. Lê em dizanin berpirsiyarê vê komkujiyê tu yî. Kesên hesabê vê yekê nepirsin nemerdin. Em dê te û hemû berpirsiyarê vê komkujiyê 34 caran mehkumî muebbetê bikin."

Rêxistina BDP'ê ya Mêrsînê Kongreya xwe ya Awarte, li Salona Dawetê ya 33'an pêk anî. Di kongreyê de li salonê pankartên "Xweseriya Demokratîk, Tirkiyeya Demokratîk", "Em dê li hemberî komkujiyên siyasî li ber xwe bidin.", "Li dijî mirinê jiyan, li dijî şer aştî, di Welatê Hevbeş de jiyana hevpar", "An azadî yan Azadî" û "Roboskî me tu ji bîr nekirî, em te di dilê xwe de bidin jiyankirin." vekirin. Li derveyî salonê jî ekrana sînevîzyonê hate vekirin û sînevîsyona ku xebatên BDP'ê û zextên li ser BDP'ê pêk hatine li derve ji hate pêşandan.

Di kongreyê de gelek polîsên çevîk û tîmên taybet bi maşîneyên zirxî dora salona dawetê dorpêç kirin. Hemû kesên derbazî salonê bûn yek bi yek ji aliyê polîsan ve wêneyê wan hatin kişandin. Polîsan nasnameya endamên çapemeniyê yên ku nûçe dişopandin jî pirsî. Di kongreyê de Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş, Parlamentrerê BDP'ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu, Şaredarê Akdenîzê M. Fazil Turk, Endamên Meclîsa BDP'ê, endam û rêveberên BDP'ê yên Edene û Mêrsînê, nûnerên komeleyên Elewiyan, SDP, HDK, KESK, DÎSK, ODP, CHP, ÎHD, Malagel jî di nav de bi hezaran kes amade bûn.

Jinan bi rengê xwe yê kurdewarî salona kongreyê xemilandin.

Kongryê bi stran û govendê destpê kir. Bi hezaran kesan beriya kongreyê di govendê de sloganên "Bijî Serok Apo" qîriyan. Piştî hilbijartina dîwanê kongreyê bi rêzgirtin û axaftinan destpê kir. Girseyê di rêzgirtinê de bê navber sloganên "Şehîd namirin" û "Ey şehîd riya te riya me ye" qîriyan.

'HETA KU OCALAN AZAD NEBE JIYAN LI ME HERAME'

Endamê Meclîsa BDP'ê Ferhat Tarhan axaftina vekirinê kir û wiha got: "Li Mêrsînê ji bo kongreyê salonên sporê nadin me. Lê dilê gelê me di salonan de hilnayê. Dewlet bi polîtîkayên komkujiya siyasî dixwaze gelê me tune bike. Lê bila her kes baş zanibe ku heta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ranebe têkoşîna me dê bidome. Girtin û binçavkirin nikare têkoşîna gelê Mêrsînê rawestîne." Wekîlê Serokê BDP'a Mêrsînê Îrfan Yucel jî axivî û wiha got: "Heta Ocalan azad nebe jiyan ji me re herame."

'KURD WEKHEVIYÊ Û EDALETÊ DIXWAZIN'

Parlamenterê BDP'ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu jî anî ziman ku, ew ji ber di nava kurdan de dêkoşînê dide pir kêfxweşe û wiha got: "Ez pir bi rûmetim ku bi gelê Kurd re têkoşînê dimeşînim. Di têkoşîna azadiya gelê Kurd de li hemberî Erdogan du rê hene. Yek jê an dê bi kurdan re li hev bê, ya din jî şere. Lê Erdogan bêhtir şer tercîh dike. Em Komara Demokratîk û Kurdistana Xweser dixwazin. Kurd ne biratiyê, wekhevî û edaletê dixwazin. Mafê xwe yên rewa dixwazin.

'FERASETA KESÊN KOMKUJÎ PÊK ANÎN Û ÇALAKIYAN QEDEXE DIKIN HEMAN FERASETE'

Piştre Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demirtaş jî axivî û wiha got: "Em ji ber operasyonên siyasî li cihekî wekî Mêrsînê kongreyên awarte pêk tînin. Li Mêrsînê operasonên bê navber û dij hiqûqî pêk hatin. Îro di heman demê de salvegera komkujiya Gurgumê ye. Em kesên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr tînin. Li Tirkiyeyê wekî her carê komkujî serbestin. Lê şermezarkirina komkujiyan qedexe ye. Kesên ku şermezarkirina komkujiyan qedexe dike û kesên komkujî pêk anîn heman feraset û mejî ye.

DOZGER NÎNE SEROKÊ AKP'Ê YE

Demîrtaş destnîşan kir ku AKP hêza dozger û polîsan di destê xwe de digire û hemû qanûnan bin pê dike û BDP'iyan davêje girtîgehê. Demîrtaş bang li dozgeran jî kir û xwest dest ji rêvebertiya AKP'ê berdin û wiha pêde çû: "Heke we di fakulteya hiqûqê, piçekî jî hiqûq fêm kiribe, dest ji peywîra xwe berdin. Heke hûn dest bi darizandinê bikin, hûnê bibin serokê AKP'ê ên bajaran. Ez bang dikim ku bi namûs û bi şeref bibin, ji peywîra xwe îstifa bikin. Werin di AKP'ê de siyasetê bikin."

Hevserokê BDP'ê Demîrtaş diyar kir ku, AKP û Cemaeta Gulen bi hev beş li dijî BDP'ê operasyonan pêk tînin û wiha axivî: "Wekîlê Serokê Gişti yê AKP'ê diyar dike ku, 'Heke me operasyon pêk neanîban dê Amed bibûya Qada Tehrîrê'. Qada Tehrîrê tiştekî xirabe? hûn çima ditirsin? Heke Qada Tehrîrê li dijî zilmê qada berxwedanê be, wê demê Amed çima nebe Qada Tehrîrê, hûn çima ditirsin? Miroj ew qas bê şerm dibe? her derê Kurdistanê Qada Tehrîrê ye. Kesên li Tehrîrê ber xwe dan, Kurdistan ji xwe re mînak girtin."

Demîrtaş aşkera kir ku, pêdiviya BDP'ê jî bi Mêrsînê heye û pêdiviya Mêrsînê jî bi BDP'ê heye û wiha pêde çû: "Hemû partiyên din dişibin hev. Wekî ku bi hev re muxalefetê dikin, gel dixapînin. CHP, MHP û AKP, hemû jî partiyên nijadperestin. Bila bibin yek, partiyek tek tîp ava bikin. Serokê wê Erdogan, Bahçelî û Kiliçdaroglu jî alîkarê serokê partiyê. Her sê jî di nîjadperestiyê de û di tirkperestiyê de digihêjin hev. Yek partiya fikrê wê cûda heye, ew jî BDP ye."

Demîrtaş destnîşan kir ku, "Em hemû tirk nînin û baweriya me jî ne hemane" û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em dê yek yekiyê nekin. Yek yekî faşîzime. Em bibin yek lê yek yekiyê neparêzin."

Hevserokê BDP'ê Demîrtaş da zanîn ku, ew dizanin hin dozger dosyayên BDP'iyan dixin bin çengê xwe û li Enqereyê biryara girtina BDP'iyan didin û wiha bersiv da gotinê Erdogan: "Dewleta kûr nehat paqijkirin. Li hemû bajarên Tirkiyeyê bingehê cemaeta veşartî tê avêtin."

Demîrtaş da diyarkirin ku, AKP'ê di 10 salan de îmze avîtiye binê operasyonên siyasî û komkujiyan û wiha bang li Erdogan kir: "Te di telefonê de ji leşkeran re di nav de sivîl jî hebin wan jî bikujin negot? Te bersiva vê jî neda û tu derketî te kujer xelat kir. Em dê jî hesabê vê bipirsin."

Demîrtaş balkişand li ser komkujiya Roboskiyê jî û ev tişt got: "Te Serfermandarê xwe yê Giştî û Serleşkerê Hêzên Bejayî berpirsiyariya komkujiyê nedît. Lê em dizanin ku hûn berpirsiyarê vê komkujiyê ne. Em dê hesabê vê komkujiyê ji we bixwazin. Kesê vê hesabî ji we nepirse ew nemerde. Em dê te û kujerê 34 kesan mehkûmê cezayê heta hetayê bikin."

Piştî axaftina Demîrtaş rapora malî hat xandin. Piştî xandina raporê hunermend Hemê Hacî û Demgbêj Kazo deketin ser dikê