Pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê yên li Rûsyayê

4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek herêmên Rûsyayê bi merasîmên cihêreng hat pîrozkirin.

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê Kurdên li bajarên Stavrapol, Saratov û Îvanova yên Rûsyayê dijîn bi pîrozbahiyên cihêreng ve hat pîrozkirin.

Li navçeya Novoaleksandrovskaya ya herêma Stravapol Kurd li navenda Çandê ya Krasnodarskî hatin cem hev û dar danîn. Di pîrozbahiyê de têkildarî jiyana Rêberê Gelê Kurd axavtin hatin pêşkêşkirin. Her wiha konserek hate dayîn.

Hevserokê Meclîsa Kurd a Stavrapolê Huseyîn Çerekzov, daxwaz kir ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd were bidaw kirin û gelê Kurd demek ji demekê zûtir bi Rêberê xwe re were ba hev.

Li ser navê Meclîsa Jinên Kurd Ferîde Axmedova jî axivî û got ku Abdullah Ocalan ji bo jinên Kurd û yên cîhanê felsefeya azadiyê pêş xistiye. Di vê merasîmê de hunermendên herêmî û komên zarokan derketin ser dikê.

Li navçeya Yerşovê ya girêdayî herêma Saratovê, Meclîsa Jinan li mala Kurdan a Yerşovê pîrozbahiyek organîze kir.

Beriya pîrozbahiyê hevserokên Meclîsa Kurd a Yerşovê Gulîzer Yûsûbova û Mîrzalî Yûsûbov axivîn. Di axavtinên wan de hate gotin ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rojbûna hemû gelê Kurd e.

Piştî civînê hunermendên herêmî Senem Seîdova, Eset Îbrahîmov, Ahmet Bakî û Kamûran Gasanov derketin ser dikê.