Pîrozabaiyên 1’ê Gulanê li herêma Cizîrê hatin betalkirin

Pîrozabaiyên 1’ê Gulanê li herêma Cizîrê hatin betalkirin

Li Rojavayê Kurdistanê Komîteyên Amadekar ên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê hemû çalakiyên xwe rawestandin.

Ji ber pevçûnên di nav bera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û komên çete de yên li gundê Ên El-Ebid ya girêdayî bajarokê Til Temir ku di encamê de Şervanê YPG’ê Hogir Qehreman bi nasnav Mîtan Bawer jiyan xwe ji dest da, komîteyên amadekar hemû şahî û çalakiyên xwe li herêma Cezîrê ya Rojavayê Kurdistanê betal kirin.

Saziya Malbatên Şehîdan bang li hemû welatiyan kir ku xwedî li “şehîd” ê xwe derkevin û sibe bi girseyî tevlî merasîma definkirinê bibin.