'Pêwîstiya Kurdan herî zêde bi yekîtiya neteweyî heye'

Kurdistaniyên li Stenbolê nerazîbûn nîşanî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dan û destnîşan kirin ku yekîtiya neteweyî ji bo Kurdan bi qasî nan û avê girînge.

Kurdên li Stenbolê nerazîbûn nîşanî êrişa dewleta Tirk û çeteyên wê ya li dijî Rojava dan û ji bo yekîtiya neteweyî bang kirin. Kurdistaniyan diyar kirin ku di dîrokê de gelek caran êrişên li dijî Kurdan zêde bûne û gotin, Kurd li dijî komkujiya li Rojava yekemcar bûne yekhelwest.

Mehmet Şahîn anî ziman ku li dijî êrişên dewleta Tirk ên li Rojava hişmendiya neteweyî ya Kurdan careke din derketiye pêş û got, "Kurdên ku bi sedan salan nekarîn bên gel hev yekemcar li hev kom bûn. Ji niha û pê ve kî çi dibêje bila bêje, kes wê êdî nikaribe bi Kurdan. Komkujî û zilma tê kirin wê nikaribe bi hêza vî gelî. Yekîtiya Neteweyî ji bo Kurdan bi qasî nan û avê girînge. Dema ku mirov bala xwe bidin parçeyên Kurdistanê hemûyan, dema ku mirov bala xwe bidin Ewropayê û her devera dinyayê mirovê bibînin ku bûyerên li Rojava diqewimin Kurd hemû li hev kom kirine. Pêkhatina yekîtiya Kurdan hêviya me ye."

BÊYÎ BERXWEDANÊ PÊŞÎ LI ŞER NAYÊ GIRTIN

Mûrat Yilmaz diyar kir ku asîmîlasyon didome û dixwazin ku Kurdan bêdeng bikin. Yilmaz destnîşan kir ku ciwanên Kurd bersivê didin êrişan û divê ew li Bakur, Rojava, Rojhilat û Başûr li hev kom bibin û gel hemû bi vî rengî tiştekî bikin.

Hîkmet Seyrek jî got, "Piştî van êrişan Kurd ji bo li hev kom bibin dereng jî man" û diyar kir, "Bêguman em Kurd li dijî şer in. Lê belê bêyî berxwedanê şer nayê astengkirin. Her sed salî carekê li dijî Kurdan lîstik tên lîstin. Bi dîtina min Kurd wê di vê pêvajoyê de nekevin vê xefikê, wê neyên vê lîstikê."

BAKUR LI GORÎ PARÇEYÊN DIN LI PAŞ MA

Gokhan Arslan jî anî ziman ku Kurdên li Bakur li gorî parçeyên din li paş man û destnîşan kir, ku êrişên Tirkiyeyê nayên qebûlkirin. Arslan got, "Qirkirina ku Tirkiye niha li Rojava dike li dijî Kurdane, zilma li dijî Kurdane. Bi bikaranîna çekên kîmyewî û kuştina mirovan dibêje ku ew xwe ewle dike. Em vê qebûl nakin."