Pêşniyarên çareseriyê yên konferan Rojava hatin aşkerakirin
Pêşniyarên çareseriyê yên konferan Rojava hatin aşkerakirin
Pêşniyarên çareseriyê yên konferan Rojava hatin aşkerakirin
Hefteya borî li Berlînê konferansa Rojavayê Kurdistanê pêk hat. Mijarên hatin nîqaşkirin wek pêniyarên çaresriyê hat weşandin. Hate diyar kirin ku hêzên navnetewî li şûna ku bi hêzên leşkerî mudaxaleyê Suriyeyê bikin divê bo demokratîkbûna Suriyeyê hewl bidin. Her wiha bo pêvajoya çareseriya Bakurê Kurdistanê jî piştgirî hat dayîn.
Di 17’ê Nîsanê de li Berlînê li salona Meclisa Eyaletê konferansa bi sre navê ‘Di Suriyeya pêşerojê de ji bo çaresriya pirsgirêka kurd piştgiriya bo aştiyê, demokrastî û diyalogê’ pêk hat. Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, hevserokê PYD’ê Salih Muslim, Drd Andreas Buro, Dr Mîchael Luders, Dr. Khaled Issa, Dilşah Osman, Prof. Dr. Norman Paech, Dr. Gunter Seufert û gelek pispor tevli bûn.
Hemû mijarên di konferansê de hatin nîqaşkirin wek pêşniyar hatin weşandin. Ev pêniyarên bo çareseriyê hatin kirin.
-Li şûnda ku çekan bidin hêzên li Suriyeyê, divê ji bo demokratîkbûna muxalefetê hewldan bê dayîn.
- Divê fatureya şer û krîzê li gelên Suriyeyê neyê birîn.
- Divê hemû hewcedariyên mirovahî yên penaberên Suriyeyê bên dayîn.
- Li şûna ku piştgiryê bidin aktor û hêzên li surgunê ne, divê bi komên oldar û etnîk yên Suriyeyê re diyolog bê pêşxistin û ev tevli pêvajoyê bêkirin.
-Hêzên li Surgunê wek hikûmeta Suriyeyê nasandin zirarê dide.
- Komên din divê xweseriya demokratîk ya Rojavayê Kurdistanê mînak bigirin. Demokratîkbûna Suriyeyê ancax gelên Suriyeyê pêk bîne.
- Îdareya xweser a Rojavayê Kurdistanê divê hem li herêmê û hem jî qada navnetewî bê nasîn û piştgirî bê dayîn.
- Divê alîkarî ji bo herêmên kurd bê şandin.
- Divê bi ser hikûmeta tirk de biçin ku pêvajoyê lezgîntir bikin. divê mafên kurd û kêmaran bê dayîn.
- Divê demildet dawî li hewldanên krîmînalîzekirina kurdên Ewropayê bê girtin.
-Bi nasandina aktorên kurd diyalog pêkane. Ji ber vê jî divê qedeya PKK’ê bi qanûan 192b bê rakirin. Divê nasnameya kurd bê nasîn
-Divê piştgirî bo pêvajoya di navbera hikûmeta tirk û Ocalan de hatiye destpêkirin, dayîn.
Ji bo pêşniyaran hun dikarin ji ser malpera: http://www.civaka-azad.org/pdf/Konferenz.pdf agahiyan bigirin.