Pêşniyar hate kirin ku Seyfo li dibistanên Swêdê bê xwendin

Parlamenterên Partiya Karker a Sosyal Demokratîk û Partiya Lîberal ên Swêdê xwestin, qirkirina Seyfo ya ku destpêka salên 1900'î qewimî, li dibistanan bê xwendin.

Li Swêdê, parlamenterên Partiya Karker a Sosyal Demokrat Abraham Halef û Îngela Nylûnd û parlamenterê Partiya Lîberal Robert Hannah pêşnûmeyên cuda pêşkêşî parlamentê kirin û xwestin, qirkirina navbera salên 1914-1915'an ên ji aliyê Suryanan ve weke 'Seyfo' tê binavkirin, li dibistanan weke dersekê bê xwendin.

Parlamenteran xwestin, ji bo pêşniyara wan li parlamentê pêşkêşî dengdanê bê kirin, bê qebûlkirin û qirkirina Seyfo di dersekê de bê xwendin, wezîfe ji hikumetê re bê dayin.

Parlamenteran bi bîr xistin ku di navbera salên 1915-1918'an de li xaka Tirkiyeya heyî zêdeyî 1.5 milyon Suryan, Asûrî, Keldanî, Ermen û Rûm ên Pontûs hatin kuştin û gotin, "Bi rêya qirkirinê hate xwestin ku civakeke homojen a ji yek zimanî, yek olî bê avakirin. Lewma cih ji gelê xwecihî yê Xiristiyan re nehate dayin."

Di pêşnûmeyê de hate gotin, "Tirkiye qirkirinê qebûl nake û naxwaze rastiya rabirdûya xwe bibîne. Parlamenta Swêdê mîna gelek welatan di sala 2010'an de qirkirina Seyfo qebûl kir. Nevî û xizmên mirovên di qirkirinê de zerar li wan bû, hîn jî li benda lihevkirin û qebûlkirinê ne."