Pêşmergeyên bi rêya hewayî hatin li Pirsûsê tên sekinandin

Pêşmergeyên bi rêya hewayî hatin li Pirsûsê tên sekinandin

Komek ji Pêşmergyên ji bo biçe Kobanê bi rêya hewayî ji Hewlêrê hat, li Pirsûsê ye. Konvoya ji rêya bejahî tê jî, ji Deriyê Sînor ê Xabûrê derbasî Şirnexê bû. Tê payîn ku piştî konvoy gihişt Pirsûsê wê Pêşmerge bikevin ser rêya Kobanê.

Li ser biryara Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û li dû hevdîtinên bi rayedarên Rojavayî re, komek ji Pêşmergeyan a ji bo destekê bide berxwedana YPG/YPJ'ê biçe Kobanê, duh ji rêyên hewayî û bejahî ket ser rê.

Balafira taybet a ji hêzên Pêşmergeyan duh nîvê şevê saet di 01.15'an de daket Balafirgeha GAP a Rihayê. Pêşmerge ji vir derbasî Pirsûsê bûn û li cihekî nêzî Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê hatin bicihkirin.

Konvoya ji ambûlansek û 38 wesayîtan jî, ji rêya bejahî îro danê sibê ji Deriyê Sînor ê Xabûrê derbasî Bakurê Kurdistanê bû û ber bi Silopiyê ve ket ser rê.

Piştî ku konvoya bejahî li Pirsûsê xwe gihand koma din, tê payîn ku Pêşmerge di Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê re derbasî Kobanê bibin.