Pêşengeha jinan bi belavkirina spasnameyan bi dawî bû

Pêşangeha wêneyan a jinan a li Silêmaniyeyê bi belavkirina spasnameyê bi dawî bû.

Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer, ji bo piştgiriya ji hunera jinên ciwan û nasandina wê, li Silêmanî li Majidî Molê pêşangeheka wêneyan bi dirûşma, “Di çavên jinên ciwan de jin û Kurdistan" ku vekirîbû bi belavkirina spasname bi dawî bû.

Di belavkirina spasnameyê de yek ji jinên ciwan bi navê Lara Abbasê ku tevlî pêşengehê bibû axivî.

Lara Abbas di axaftina xwe de Bariş Çakan ê ku dema li muzîka Kurdî guhdarî dikir li Enqereyê hatibû qetil kirin bibîranî.

Lara Abbas spasî ji Rêxistina Jinên Ciwanên Têkoşer kir û tund û tijiya li ser Jinê bi tundî şermezar kir.

Di pêşengehê de wêneyên ku ji aliyê 6 jinên ciwan ve hatine xêz kirin, hatin pêşandan. Ji bo pêşangehê eleqeyeke mezin hate nîşandan. Her wiha bi sedan kesî serdana pêşangehê kirin.

Pêşengeh wê sibe li Helepçeya Şehîd berdewam bike.