ÎZMÎR
Li Kemalpaşa ya Îzmîrê tîmên taybet serê sibehê li ser malên Egîtîm Sen'ê de girtin. Di serdegirtinên malan de 37 kedkarên perwerdehiyê hatin binçavkirin. Hate diyarkirin ku kedkarên perwerdehiyê ji ber çalakiya karberdanê ya ku di 29'ê kanûna 2015'an de pêk hatiye, hatine binçavkirin.
Navên hin kesên ku hatin binçavkirin wiha ne: Abdullah Aydinli, Serpîl Aydinli, Mehmet Ateş, Zurahya Ateş, Savaş Yildiz, Halîl Ozden, Arîn Emîne Kum, Ozlem Gormuş, Gulsoy Ateş, Huseyîn Şîmşek, Halîl Ozbent.
STENBOL
Malbat û parêzerên Rojnameger û Edîtorê berê yê Dikenê Tunca Ogreten û Berpirsiyarê hesapgirtinê yê Rojnameya Birgunê Mahir Kanaat li Sîlîvriyê rojnameger ziyaret kirin. Parêzerê rojnamegeran Denîz Ceylan, diyar kir ku Tunca Ogreten û Mahîr Kanaat di yek hucreyê de tên girtin û di navbera saet 08.00-20.00'an de derdikevin eywanê. Ceylan, diyar kir ku rewşa rojnamegerên girtî baş e û hemû hevalên xwe silav kirine. Ceylan, diyar kir ku Kanaat û Ogreten bi rêya gardiyanan name ji Omer Çelik re nivîsandine û gotine: "Were cem me, em bi hevre bimînin. Ceylan, destnîşan kir ku pirtûkên malbatan anîne nedane rojnamegeran. Ceylan diyar kir ku Kanaat û Oreten ji hempîşeyên xwe xwestine ku wan bê name nehêlin.