‘Perwerdehiya zimanê dayikê bi pereyan nayê hînbûn’

‘Perwerdehiya zimanê dayikê bi pereyan nayê hînbûn’

Saziyên bi kurdî re eleqeder dibin, duh piştî ku Erdogan pakêt aşkera kir û di warê perwerdehiya ziman de got tenê dê di dibistanên taybet de ders bê dayîn, bertek nîşan dan.  Sekreterê Giştî yê KURDÎ-DER’ê Îbrahîm Halîl Taş got: “Ma kurdî ne wek îngîlîziye bi pere bê hînkirin.” Serokê Entîtuya Kurd a Stenbolê Zana Farqînî da zanîn ku sererastkirinê kurdî derdixe derveyê qada cemawerî.

Dengê pakêta ku duh Erdogan aşkera kir û ev demek bû ji aliyê AKP’ê ve propagandaya wê dihat kirin didome.  Xaleke ku di pakêtê de cih girt û rê li ber nîqaşan vekir, yek jê ya der barê perwerdeya ziman de bû. Di pakêtê de tê gotin ku perwerdeya zimanê dayikê dê tenê li dibistanê taybet bê dayîn.  Lê ji xwe Erdogan gotibû bi guherîtina qanûnê dê li dibistanên taybet pêşniya perwerdeya zarava û zimanê kurdî vebike.

 KURDÎ-DER û Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bertek nîşanê vê dan û diyar kirin ku perwerdehiya zimanê dayikê bi dibistanên taybet tên sînorkirin. Sekreterê Giştî yê KURDÎ-DER’ê Îbrahîm Halîl Taş ji ANF’ê re axivî û got pakêt di bin bendewariyê wan de bû û got: “Bi qanûna nû re, kurd zimanê xwe dê wek zimanê îngîlîzî, wek zimanekî biyanî hîn bikin.

AKP taktîkek ku dişibiya vê ya wek 4+4+4 anî û  ligel dersa hilbijarte ya kurdî, dersa Kuran û Erebî jî anî. Malbatan neçar ma di navbera kurdî-kuranê de tercihekî bike. Niha jî yê ku perê wan hebe dê karibin,  bi zimanê xwe perwerdê bibînin. Lê perwerdeya zimanê dayikê maf e. Li gorî şertên aborî nekare bê sînorkirin.

ZIMANÊ GELEKÎ BI DIBISTANÊN TAYBET NAYÊ SÎNORKIRIN

Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Zana Farqînî jî bi vê sererastkirinê kurdî derxistine derveyê qada cemawerî û got: “Ger sererastkirinek der barê ziman de bê  kirin, divê destpêkê nasnameya kurd temsîl dike.  Di hemû nîqaşên li ser perwerdeya kurdî hat kirin de di nokteya çareseriyê de her tim pisgirêk hewaleyê saziyên taybet hat kirin. Ev feraset di vê pakêtê de jî wiha berdewam kir.Zimanê gelekî bi dibistanên taybet nayê sînorkirin.  Ger dibêjin asîmîlasyon qedya wê demê divê hemû mafên gel bê radestkirin. Her tişt vê ferz dike.”