Pentagon: Êrişa Tirk bi kêrî DAÎŞ'ê hat

Li gorî raporeke Pentagonê çeteyên DAÎŞ'ê ji êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û vekişîna hêzên Emerîkî sûd wergirtin.

Di rapora Pentagonê de hate ragihandin ku çeteyên DAÎŞ'ê ji bo li welatên rojavayî êrişan bikin "dem û firsend" wergirtine.

Rapor ji aliyê Daîreya Şopandinê ya Wezareta Parastinê ya Emerîkayê (Defense Întellîgence Agency-DÎA) ve hate amadekirin.

Di raporê de hate gotin, "ÎŞÎD (DAÎŞ) vekişîna yekîneyên DYE'yî û êrişa Tirkiyeyê ji bo xwe jinûve birêxistinkirinê û planên êrişên li derveyî welat bi kar anî."

Pentagonê destnîşan kir ku çeteyên DAÎŞ'ê dikarin ji 'vê valahiya ewlehiyê' sûdê werbigirin û destnîşan kir, "Ji bo êrişî welatên rojavayî bike û bask û tevnên xwe yên global ên li dinyayê xurt bike ku 19 torên xwe hene, dibe ku bibe xwedî 'dem û firsenda manewrayê'."

Pentagonê hişyar kir ku çeteyên DAÎŞ'ê di dema dirêj de dibe ku hin herêmên Sûriyeyê careke din kontrol bike û di asta navneteweyî de bixwaze qada xwe berfireh bike. Pentagonê ragihand ku kuştina şefê DAÎŞ'ê Ebûbekir El Bagdadî wê bandoreke zêde li rêveçûna DAÎŞ'ê neke.

Di raporê de hate ragihandin ku çeteyên DAÎŞ'ê ji bo li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk êrişan bikin 'hin hucreyên xwe yên razayî çalak kiriye'.