Pêngava Edaleta ji bo Roboskiyê: Divê kujerên qetlîamê werin darizandin

Pêngava Edaleta ji bo Roboskiyê di hefteya 131’emîn a çalakiyê de xwestin kujerên qetlîamê werin darizandin.

Dewleta Tirk di 28’ê Kanûna 2011’an de li gundê Roboskê yê Qilebanê ya Şirnexê bi balefirên şer 19 jê zarok 34 kes qetil kiribû.

Pêngava Edaleta ji bo Roboskiyê di hefteya 131’emîn a çalakiyê de daxuyaniyek dan û xwestin kujerên qetlîamê werin darizandin.

Di çalakiyê de Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê ku di 28'ê Mijdara 2015'an de li navçeya Sûrê hat qetilkirin jî hat bîranîn.

Endamê ÎHD’ê Tanju Gunduzalp di çalakiyê de axivî û bal kişand ser polîtîkayên bêcezakirinê û got, “Zîlan, Dêrsim, Koçgirî, Koçagil, Pîran, Çorûm, Mereş, kuştinên kiryar nediyar ên salên 90’î, Roboskî, qetilkirina Tahîr Elçî; berpirsiyariya pergalê di hemûyan de tê zanîn, lê rastî tê veşartin.”

Gunduzalp got, "Berpirsiyariya her yek ji me û her sazî û dezgehên ku mafên mirovan diparêzin ew e ku li ser hemû pêkhateyên qirêj û geşedanên ku şer çêdike, lêkolînê bikin. Dewlet ji bo edaletê gavan navêje, bêcezakirin dewam dike. Di qetilkirina Tahîr Elçî de ku 7 sal ji ser derbas bû hê jî edalet pêk nehatiye.”