'Pêkanînên hikûmetê girtiyên nexweş qetil dike'

Li Enqereyê Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî û Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş her hefte çalakiyan li dar dixin.

Li Enqereyê Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî û Komîsyona Girtîgehan a Şaxê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş her hefte çalakiyan li dar dixin. Di çalakiyan de hate destnîşankirin ku pêkanînên hikûmeta AKP-MHP'ê li girtîgehan bûne sedema komkujiyan.

ENQERE

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş her hefte çalakî li dar dixe. Înîsiyatîfê di hefteya 401’emîn de li ber avahiya ÎHD’a Enqereyê daxuyanî da û pankarta “Tedawî maf e, nayê astgengkirin û girtiyên nexweş berdin” vekir. Hevseroka ÎHD’a Enqereyê Sevîl Turgut vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Firat Yagmakan.

Turgut diyar kir ku îro jî girtiyê nexweş Abdullah Ece li Girtîgeha Bucaa Kirklara Îzmîrê jiyana xwe ji dest da û bi zanebûn mafê jiyanê yê Ece hatiye binpêkirin.

‘DIVÊ YAGMAKAN DEMILDEST WERE BERDAN‘

Turgut bal kişand ser rewşa Firat Yagmakan û gelek nexweşînên wî kronîk hene û tevî vê yekê jî nayê berdan. Turgut anî ziman ku tevî ku Yagmakan dermanan dixwe jî rewşa wî giran dibe û ji ber tansiyonê wî zêde dibe û ketiye rewşek felcbûyî. Turgut diyar kir ku divê ku Yagmakan ji hemoroîdê emeliyat bibe lê bijîşk dibêjin, ‘talûke ye’ û emeliyata wî nakin û eziyet li girtiyê nexweş tê kirin. Turgut ji bo Yagmakan were berdan û li derva tedawî bibe bang li rayedaran kir û divê tavilê cezayê Yagmakan û girtiyê nexweş ên din werin taloqkirin û berdan.

STENBOL

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê têkildarî girtiya nexweş Ekîm Polat daxuyanî da ku li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê tê ragirtin û li dijî binpêkirinan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Daxuyanî li avahiya komeleyê hate dayîn û endamên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Mehmet Acettîn, Meral Nergîs Şahîn û dayika Polat, Songul Îlker beşdar bûn.

‘TEDAWÎ TÊ ASTENGKIRIN‘

Daxuyanî ji hêla Meral Nergîs Şahîn ve hate xwendin û Şahîn serlêdana Polat û agahiyên ku dayika wê dabûn parve kirin. Şahîn da zanîn ku nexweşiyên weke xerabbûna rîtma dil, KOAH, helîna hestiyan, têtewşiya hîpofîz hormonê bi Ekîm Polat re hene û wiha domand: “Her wiha li girtîgehê rastî zextên giran tê û gelek caran dermanên wê nayên dayîn û tedawiya wê tê astengkirin. Di dema sewqkirina nexweşxaneyê de jî miayeneya bi kelemçe, lêgerîna tazî û hwd. lê tên ferzkirin. Ji ber ku van sepanan red dike, rastî zext û nêzikatiyên xerab tê.”

‘GEFA KUŞTINÊ LÊ HAT XWARIN‘

Bi domdarî Şahîn diyar kir ku Polat îşkence û zexta heyî bi dozgerê girtîgehê re parve kiriye û wiha domand: “Lewma gardiyanên girtîgehê ew xistin hucreyê û êrîş lê kirin. Polat da zanîn ku dema diçe Nexweşxaneya Dewletê ya Denîzliyê hêj neketiye odeya bijîşkan û dîsa li girtîgehê tê vegerandin. Lewma rewşa wê ya tenduristiyê hîn girantir bûye. Li gorî agahiyên dayika wê, Ekîm ev 5 sal in girtî ye û heta niha li 4 girtîgehan hatiye veguhestin. Di vê pêvajoyê de rewşa wê ya tenduristiyê xerab bû, nehat dermankirin û dermanên pêwîst nehatin dayîn. Her cara ku diçû girtîgehekê, ji ewil xistin odeyên girtiyên edlî û girtiyên fikrên wan cuda. Li vir gefa kuştinê lê hat xwarin û ji bo ku ewlekariya jiyana xwe kete grevên birçîbûnê. Heman tecrîd û binpêkirin niha jî li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê berdewam dikin. Li dijî van binpêkirinan dest bi greva birçîbûnê kir. Rayedarên dewletê ji parastina mafê tenduristî û jiyanê yê girtiyan berpirsyar in. Divê peywira xwe pêk bînin. Divê zext û astengiyên li ser Ekîm Polat jî rabikin û mafên wê yên tenduristî û jiyanê bên parastin.”

GREVA BIRÇÎBÛN‘

Dayika Polat, Songul Îlker jî bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên keça xwe û wiha got: “Ekîm, li dijî zext û îşkenceyan ev 6 sal in di greva birçîbûnê de ye. Fikarên min zêde ne. Lêgerîna tazî lê tê ferzkirin, dermanên wê nadin. Min derziyên wê anîn lê midûrê yekemîn ê Girtîgeha Tîpa D a Denîzliyê bi tu awayî nehêla derziyên wê bên danîn. Ji bo ku bikujin vê yekê dikin. Ez dixwazim zextên li ser Ekîmê bi dawî bibin û di zûtirin dem de bê dermankirin. Banga min ji bo her kesî ew e ku ji bo girtiyên nexweş dengê xwe derxînin.”