'Pêkanîna Yekîtiya Neteweyî gelek girîng e'
'Pêkanîna Yekîtiya Neteweyî gelek girîng e'
'Pêkanîna Yekîtiya Neteweyî gelek girîng e'
Berpirsê PYD’ê yê Têkiliyên Derve Zûhat Kobanê diyar kir ku ji bo Kobanê destek ji her deverên cîhanê tê û bal kişand ser girîngiya pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurdan. Kobanî diyar kir divê piştgiriya ji bo Şoreşa Rojava ya bi pêşengiya jinên Kurd zêde bibe û daxuyand ku li Sûriyeyê têkiliyên wan berfireh in.
Berpirsê Peywendiyên Derve yê PYD’ê Zûhat Kobanê li bajarê Lîmasol ê Qibrisê jî li Navenda Çanda Kurdan a Demokratîk beşdarî civîna bi armanca piştgiriya bi Kobanê re bû.
DIVÊ EM BI YEKÎTIYA NETEWEYÎ DESTKEFITYÊN XWE PÊŞ BIXIN
Kobanê der barê pêşketin û bûyerên dawî yên li Sûriyeyê de agahî da û diyar kir ku berxwedana bêhempa ya Kurdan a li Kobanê li dijî DAIŞ’ê dimeşîne desteka gelek aliyên cîhanê qezenç kiriye û diyar kir ku lihevhatina li Başûrê Kurdistanê dilê gelê Kurd xweş kiriye. Kobanî got: “Divê di demeke wiha de Kurd tu xeletiyan nekin. Ji bilî serkeftinên mezin û destekftiyên mezin tu şansekî din ê me tune ye.”
Kobanî destnîşan kir ku serkeftina li Kobanê wê Kongreya Neteweyî jî bi xwe re bîne û got: “Di demeke wiha de ji bilî yekîtiya neteweyî tu rêyeke din li pêşiya Kurdan tune ye. Divê dest ji gotûbêjên biçûk berdin û destkefiyên xwe mezin bikin. Ruhê Arîn Mîrxanan me ber bi yekîtiya neteweyî ve dibe.”
JIN PÊŞENGIYA ŞOREŞÊ DIKE
Kobanî binê wê yekê xîz kir ku jinên Kurd pêşengiya şoreşê dikin û da zanîn ku Şoreşa Rojava bi pêşengiya jinan pêşketiye û bilind dibe. Kobanî got ku vê yekê bandoreke xwe li ser cîhanê çêkiriye û wiha domand: “Îro çavên hemû cîhanê li Rojava û berxwedana jinên Kurd in. Divê ev şoreş bê mezintirkirin” û banga xurtkirina piştgiriya ji bo Kobanê kir.
TÊKILIYÊN ME BERFIREH IN
Kobanî got: “Rojava wê bibe baxçeyê mirovahiyê yê Rojhilata Navîn. Wê li vê derê hemû ziman, ol, nijad, zayend bikarin bi awayekî azad hebûna xwe biparêzin” û da zanîn ku li Sûriyeyê têkiliya bi Artêşa Azad a Sûriye (AAS) û gelek derdorên din re hene û ev agahî da:
“Jixwe em Bûrkan Firat û AAS bi hev re li dijî DAIŞ’ê şer dikin. AAS beriya niha jî dabû diyarkirin ku ew li gel gelê Kobanê ne. Tevî AAS’yê têkiliyên me yên li Sûriyeyê berfireh in.