ANALÎZ

PDK jî nikare têkçûyîna AKP'ê asteng bike

Têkiliya PDK'ê bi AKP'ê re saz kirî li dijî kurdan û antî demokratîk e. Divê ji demek zûtir xwe ji vê têkiliya xeter rizgar bike. Lewre ew ê nekare têkçûna AKP'ê asteng bike û bi xwe jî wê ber bi têkçûnê ve biçe.

Wek mînaka kesê dikeve deryayê û destê xwe davêje kefê, rêveberiya AKP'ê jî di pey her têkçûnê, xwe davêje bextê hêzekê û hewl dide li ser piyan bimîne. Li dû serketina Kobanê û encamên hilbijartinên 7 ê Hezîranê xwe spart MHP ê û hewl da li ser lingan bimîne. Niha jî li dû operasyona Reqayê û ji bo rê li ber referandûma 16 ê Nîsanê ku hema bêje encama NA wek misogeriyek derketiye holê jî, xwe davêje dawa PDK'ê. Em rizgarî û xelasiya AKP'ê deynin alîyekî, têkiliyên PDK'ê yên bi AKP-MHP yên dijminên Kurdan re wê nekare PDK'ê jî rizgar bike.

Koma çete ya AKP û PDK'ê li Başîka perwerde kirî, di 3 ê Adarê de êrîşê Şengalê kirin. Encam zelal bûye ku ev êrîş di serdama Mesud Barzanî ya li Enqereyê de hat plankirin. Daxuyaniyên rêveberên AKP'ê û yên di çapameniya AKP'ê de cih girtin jî vêna didin xuyakirin. Wisa jî bi awayekî zelalî derdikeve holê ku li pişt êrîşa Şingalê faşîzma AKP-MHP'ê heye. Ango mirov dikare bêje ku êrîşa çeteyan a li ser Şengalê ji aliyê di plana yekemîn de li gorî berjewendiyên AKP-MHP'ê pêkhatiye.   

Helbet gava babet êrîş û AKP be, divê em vê êrîşê li gel êrîşên artêşa Tirk yên li ser Minbicê û operasyonên li Nisêbîn, Licê, Dêrsim ve bigirin dest. Dîsa divê bi êrîşên li dijî parlamenterên HDP ê û faşîzma giştî ya li ser gelên li Tirkiyeyê re binirxînin. Li vir ev pirs derdikeve pêş: baş e, desthilata faşîst a AKP'ê van êrîşan çima bi awayekî bê perwa pêktîne?

Helbet tekane bersiveke vê pirsê heye. Ji ber ku di pêvajoya têkçûnê de ye êrîş dike. Lewre li gel tevahiya êrîş û terorê jî, berxwedana gelê kurd û yên gelên li Tirkiyeyê bi berfirehî berdewam dike. Vaye encama pîrozbahiyên 8 ê Adarê yên jinan li holê ye. Li gel hemû zext û terorê jî, pîrozbahiyên ji her demê xurttir li dar ketin. Li gel tevkujiya siyasî û operasyonan jî nekarîn berxwedana gelê kurd û ya siyaseta demokratîk zeyîf bikin. Vaye Newroz tê û diyar e ku dê pîrozbahî ji her salê xurttir û dewlemdtir bêne lidarxistin. Referanûma ku dê bi ruhê 8 ê Adarê û Newrozê ve bê pêşwazîkirin, ji niha ve encama NA yê jî xwe diyar kiriye. Ango encama pêşî lê nayê girtin ya AKP-MHP'ê bi eşkereyî xuya dike. 

Li aliyê din, operasyona reqqayê ya di pêşengiya hêzên demokratîk yên Suriyeyê de bi serkeftî berdewam dike. Ev ji aliyê çapameniyê ve tê ragihandin. Tê ragihandin ku hêzên QSD ê riya Reqa û Derîzorê birîne û hindik maye Reqayê jî dorpêç bikin. Ango li gel hemû lavakarî û provakasyonan jî tê xuya dibe ku faşîzma AKP'ê nekarî operasyona Reqayê asteng û sabote bike. Zêdebûna bandora Kurdan û hêzên demokratîk yên li Suriyeyê AKP û dewleta Tirk dîn û har dike.  

Çi dike bila bike, dawiya ji bo dîktatoriya faşîst a AKP'ê dawiya rê xuya dike. Tayîp Erdogan û rêveberiya AKP'ê li her derê Ewrûpayê wek mirovê nayê xwestin hatiye îlankirin. Di ti demên dîrokê de û ti rêveberên Tirkiyeyê neketine vî halî. Karaktera faşîst a Tayîp Erdogan û rêveberên AKP'ê Tirkiye anîn rewşeke ku hîç jî heq nake, ev rewş pir bi tehlûke ye. Ev zîhniyeta tekperest û faşîst dixwaze li gel xwe Tirkiyeyê jî ber bi têkçûnê ve bibe.   

Têkçûna AKP ya faşîst çiqas nêz dibe, êrîş û komkujiyên wê jî her zêde dibin. Wisa diyar e dê ji vir şûnde jî van êrîşên xwe zêdetir bike. Li gel vê, wisa diyar e ku dê hîn bêtir xwe bispêre destikên wek MHP û PDK yê. Ji bo desthilata xwe dirêj bike, van hêzan jî li gorî pêdiviya xwe bi kar tîne. Helbet kengê karê wê qediya wê mîna potê qirêj bavêje ser sergo. Wek mînak, eger di referandûma 16 ê Nîsanê de bi ser bikeve, wê demildest têkeve hilbijartinê, devlet Bahçelî di bin bendê de bihêle û jiyana wî siyasî biqedîne. Dîsa eger bikare PDK'ê bi PKK ê re têxe şer, rewşa baş a ji bo kurdan derketiye têkbibe, wê pehînekê li PDK'ê jî bide. 

Mixabin rêveberiya niha ya KDP ê ji vê dûrbûniyê mehrûm û dûr e. Çavên wan jî bi hêrsa desthilatê tarî bûye û dîsa zihniyeta desyhilat û hevkarî wisa di ruhê wan de cih girtiye ku vê rastiyê nikarin bibînin. Rastiyên tehl yên demên nêzîk hîç nikarin binirxînin. Her diçin di kendalên hevkarî û xulamtiya serdestan de gêr dibin. Di vî derbarî de destên rizgarker yên dirêjî wan dibin nagirin û fahm nakin.

Tê zanîn ku hevseroka KCK ê Besê Hozat li pêş çapameniyê bi eşkereyî da xuyakirin ku ji payîzê ve di nav hewldanên têkiliya bi PDK'ê re de ne û wan gelek ked serf kirine. Her wiha da zanîn ku amade ne her babetê bi PDK'ê re biaxivin û her pirsgirêkê bi riya danûstandinan çareser bikin. Ji bo ji têkiliyên bi xeter dûr bisekin, rêveberiya PDK'ê him hişyar kir û him jî banga rizgariya ji wê rewşê li wan kir.

Bi eşkereyî diyar dibe ku rêveberiya PKK ê li benda têkilyên bi PDK'ê û li vê esasê çareserkirina pirsgirêkan bûye. Di dema di nav vê hêviyê de bûye, ji aliyê çeteyên AKP-PDK'ê ve li Şengalê ji pişta xwe ve hatiye xencerkirin. Wisa tê gihiştin ku sedemê girîng yên daxuyaniyên tund yên ji derdorên PKK ê jî ev e. Li aliyê din jî bi awayekî sirûştî pir bi hesasî nêzîkê babeta Şengalê dibin. Diyar dikin ku ji 3ê Tebaxa 2014 an ve berpirsiyareke taybet a ji bo Şengalê hildane ser milê xwe. Xwe li ber azadiya kurdên êzdî û parastina wan a li dijî tevkujiya DAIŞ ê wisa jî ji bo sazkirina rûveberiyeke xweser berpirsyar dibînin. 

Bêguman ev helwest watedar e û têgihiştin. Lê têkiliyên ku PDK'ê bi AKP'ê re saz kirîn ne watedar in û nayên têgihiştin. Li dewsa ku bi PKK û YNK ê ku partiyên mezin yên Kurdistanê ne re bikeve nav têkiliyan, kongreya neteweyî kom bike, bi AKP ya ku li gel partiya faşîst MHP ê bûyî yek re mirov dikare bêje ku di nav têkiliyeke sîxustiyê de ye. Ev ne watedar e û nayê têgihiştin. Derketiye holê ku îro ji bo kurdan problema esasî têkiliyên PDK'ê yên bi AKP û dewleta Tirk re ne. Ev têkilî bi tevahî dijberî kurdan e û xisarê digihîne doza azadî û hebûnê ya kurdan. Girtina destê AKP'ê ya Cizîr û Sûrê wêran kirî bi ti awayî nayê şîrovekirin. Ev têkilî çawa ji bo Bakurê Kurdistanê xisar be, wisa ji bo parçeyên û nexasim ji Başûr jî her xisar e. Li dewsa ku rêveberiya PDK'ê vê rastiyê bibîne, dawî li wê têkiliyê bîne û ber bi yekîtiya neteweyî ya kurdan ve were, li gorî berjewendiyên AKP'ê êrîşê Şengalê kir.  

Bêguman ti îzaha vê têkilî û êrîşê jî nîne. Hind pirsgirêkên aborî ji bo vê têkiliyê wek seden nikare bê nîşandayîn. Tê zanîn ku pirsgirêkên aborî hinde jî ne mezin in û ne wek tê nepixandin in. Ma ne ji bo PDK pare bistîne, nabe ku Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Şirnex û gelên Geverê bi komkujiyan re rû bi rû bimînin. Dîsa ti aliyên mentiqî yên gotina; bila PKK ji Şengalê derkeve jî nîne. Gava PKK çû Şengalê PDK li wir tine bû. Ango bi banga PDK'ê neçû. Berevajî PDK Şengal neparastibû û li hemberî êrîşa DAIŞ ê berdabû û reviyabû. PDK PKK nebir Şengalê, lê PKKê dîsa PDK bir Şengalê. Divê rêveberiya PDK'ê vê rastiyê bibîne û bikare daqurtîne. Gotia; karê PKK ê qediya bila derkeve jî ti mane îfade nake. Lewre wezîfe û karê PKK ê PDK diyar nake. Derxistina bi darê zorê jî xetereke mezin û dîrokî dihewîne.  

Divê rêveberiya PDK'ê dev ji van hemû îdiayan berde û hêzên sewqî Şengalê kiriye zûtirîn dem paşve bikişîne. Nexwe tê dîtin ku têkiliya li gel AKP'ê sazkirî û hevkariya xeter wê serê wê jî bixwe. Di 3 ê Tebaxa 2014 an de li dijî DAIŞ ê li ber xwe neda, ji Şengalê baz da û xwe riswa kir. Niha jî dixwaze wek DAIŞ ê êrîş bike û dîsa xwe riswayê dinê bike. Têkiliya PDK'ê bi AKP'ê re saz kirî li dijî kurdan û antî demokratîk e. Divê ji demek zûtir xwe ji vê têkiliya xeter rizgar bike. Lewre ew ê nekare têkçûna AKP'ê asteng bike û bi xwe jî wê ber bi têkçûnê ve biçe.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA