PDK 38, Goran 24, YNK'ê 18 kursî bi dest xistin
PDK 38, Goran 24, YNK'ê 18 kursî bi dest xistin
PDK 38, Goran 24, YNK'ê 18 kursî bi dest xistin
Encamên hilbijartinên parlamenta Herêma Başûrê Kurdistanê yên di 21'ê Îlonê de pêk hatin, piştî 11 rojan hatin aşkerakirin. Li gorî vê yekê PDK ya bi serokatiya Mesûd Barzanî bi 38 kursiyan bû yekemîn, têkçûna giran a YNK'ê piştrast bû û Goran jî bi wergirtina 24 kursên parlamentê bû hêza duyemîn.
Serokê Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê Serbest Mûstafa Amedî bi civîneke çapemeniyê encamên hilbijartinên parlamentê aşkera kir. Li gorî encamên ku ji sedî 79,9'ê hilbijêran dengê xwe bikar anîn, PDK'ê bi 743 hezar û 987 dengan 38 kursî, Tevgera Goran bi 474 hezar û 736 dengan 24 kursî, YNK jî bi 350 hezar û 500 dengan 18 kursiyên li parlamentê bi dest xistin.
Ji tevgerên Îslamî Yekgirtû Îslamî ya Kurdistan (Yekgirtû) bi 186 hezar 741 dengan 10 kursî, Komale Îslamî ya Kurdistan (Komel) bi 118 hezar û 574 dengan 6 parlamenter qezenç kirin.
Tevgera Îslamî ya Kurdistanê bi 21 hezar û 834 dengan kursiyek, Partiya Sosyalîst a Kurdistan û Partiya Şuî ya Kurdistanê jî her yek ji wan parlamenterek qezenç kirin.
Li parlamentera ji 111 kursiyan parvekirina 100 kursiyan bi vî rengî bû. 11 kursî jî di navbera hindikahiyan de hatin parvekirin: 5 kursî ji Tirkmenan re, 5 kursî ji Xiristiyan û kursiyek jî ji Ermeniyan re hat dayîn.
Serokê Komîsyona Hilbijartinê da xuyakirin ku her partî û namzet dikarin li hemberî encaman derkevin.