Paylan: Ya girîng ew e ku çirava kînê bê ziwakirin

Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan diyar kir, ku êrişên li dijî Weqfa Hrant Dînk encama atmosfera kînê ye ku desthilatdariyê afirandiye û got, "Ya girîng ew e ku çirava kînê bê ziwakirin."

Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan gefa ku bi rêya mailê du caran lê hate xwarin ji ANF'ê re nirxand û destnîşan kir ku ev êriş encama atmosfera kînê ye ku ji aliyê desthilatdariyê ve hatiye afirandin. Paylan diyar kir ku rûdana van gefan li pey hev cihê fikaran e û got, divê bê lêkolîn ku êriş organîzeyî ne yan na.

Paylan anî ziman ku gotinên bi kîn û nefret timî dibin sedema sûcên bi heman rengî û got, "Eger we çiravek ji kînê re amade kiribin, atmosfer ji vê re amade ikribin hingî wê sûcên nefretê jî rû bidin. Êrişa li dijî Weqfa Hrant Dînk, a li dijî Kurdekî yan jî li dijî LGBTI'yekî bi heman cihî ve tê girêdan. Ji ber vê yekê di vir de ya girîng ziwakirina çirava nefretê ye."

GIRTINA ÊRIŞKARAN GIRÎNG E

Paylan bal kişand ser girtina kesên ku gef li Weqfa Hrant Dînk xwarine û destnîşan kir, ku her çend ew kes di encama zexta raya giştî de hatibin girtin jî girtina wan girîng e.

DIVÊ QANÛNA LI DIJÎ SÛCÊN NEFRETÊ HEBE

Paylan destnîşan kir ku ji bo pêşîgirtina li êrişan divê qanûnek hebe ku sûcên nefretê bi rengê herî giran ceza dike û got, ku di vê der barê de wan beriya niha pêşnûme qanûnek pêşkêş kirin û wê careke din bixin rojeva meclîsê.

'DIVÊ EM BI HEV RE DAWÎ LI ATMOSFERA KÎNÊ BÎNIN'

Paylan bal kişand ser belavbûna atmosfera kînê li tevahiya cîhanê û anî ziman, otokratên ku dişibin Tayyîp Erdogan li cîhanê xwedî hêz in. Paylan destnîşan kir ku li dijî vê atmosferê divê atmosfera aştî û demokrasiyê bê xurtikrin û got, "Em; kesên ku ji demokrasî û aştiYê bawer dikin divê li cîhanê siyaseta aştî û hezkirinê serdest bikin.

Divê em bi hev re dawî li atmosfera kînê bînin. Naxwe wê ev atmosfer bibe sedema sûcên kînê. Ne tenê welatê xwe divê em dinyayê jî radestî vê tarîtiyê nekin."