Parlamenterên HDP'ê li Stenbolê di greva birçîbûnê de ne

Parlamenterên HDP'ê li Stenbolê dest bi greva birçîbûnê kirin. Paralmenteran diyar kirin ku tecrîdakirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandorê li ser her kesî dike.

Berdevkê HDP'ê Sarûhan Olûç, Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, Dilşad Canbaz û Alî Kenanoglu li avahiya HDP'ê ya bajêr dest bi greva birçîbûnê ya sê rojan kirin.

'TECRÎD NE TENÊ LI SER OCALAN E'

Oluç li ser navê parlamenteran daxuyanî da. Oluç got ew ji bo destekê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dest bi grevê dikin, got Leya Guven ne ji bo xwe dest bi greva birçîbûnê kir û doman,d ''Ji 4'ê Nîsana 2015'an ve li Imraliyê li ser Rêzdar Ocalan tecrîdeke derî mirovî heye û li dij vê dest bi greva birçîbûnê kiriye.'' Oluç bi berdewamî got Leyla Guven miroveke wiha ye ku dizane tecrîda li ser Ocalan ne tenê li ser Ocalan e, bi domdarî got, ''Dizane ku ev tecrîd li ser gelê Kurd e. Dizane ku ev tecrîd êrîşeke giran a li ser aştiyê ye. Dizane ku ev tecrîd li ber çareseriya pirsa Kurda a bi rêyên demokratîk û aştiyane asteng e. Ji bo ku bi vê dizane û ji bo ku ev tecrîda derî mirovahiyê û derî hiqûqê bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê kiriye. Çalakiye birûmet e.''

Oluç bi berdewamî got wan jî destek dane vê çalakiya greva birçîbûnê û agahî da ku îro li Meclîsê piştî civîna koma Meclîê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan jî di nav de 10 parlamenter wê dest bi greva birçîbûnê kirin.

BI TÊKOŞÎNÊ EM Ê BIGUHERIN

Oluç êrîşa li Mêrsînê ya li ser çalakgerên greva birçîbûnê jî bi bîr xist û got ev çalakiya wan her wiha protestokirina vê êrîşê ye jî.

Oluç diyar kir ku ew ji demeke dijwar derbas dibin, beriya niha jî êrîşên wiha giran li ser wan çêbûne lê her carê bi têkoşînê şert guherandin û got, ''Niha jî serdemeke wiha ye, ji bo ku li Tirkiyê ew atmosfereke wiha ya ku aştî, demokrasî lê were axaftin ava bikin em HDP tişta ku ji dest me were em ê bikin.''

'TECRÎDA GIRAN A LI DIJÎ MIROVAHIYÊ'

Oluç herî dawî got ew hêvî dikin ku dawî li rehîntiya Leyla Guven were û were berdan, tecrîda giran a li ser Ocalan ku Nîsana 2015'an ve didome, bi dawî bibe û Ocalan bikaribe bibe xwedî derfe ku malbat, parêzer û bi heyetan re hev bibîne.

Oluç li ser biryara DMME'yê ya li ser Demîrtaş jî got, heke daraz ji Erdogan serbixwe bikaribe tevbigere divê biryara DMME'yê were bicihanîn û got, heta ku ev neyê kirin, wê têkoşîna xwe ji bo vê, ji bo bidawîbûna tecrîdê û hemû hevalên wan ên rehîn werin berdan, wê têbikoşin.