Parlamenterên Awûstûryayî yên li ser sînor: Divê korîdor tavilê bê vekirin

Parlamenterên Awûstûryayî yên li ser sînor: Divê korîdor tavilê bê vekirin

Heyetek ji parlamenterên Awûstûryayî yên ji bo hin danûstandinan hat Pirsûsê, girseya gel a li ser sînor nobeda berxwedanê digirin, ziyaret kir. Heyeta bi berxwedêrên li Gundê Mehserê re hevdîtin kir, xwest korîdora însanî ya ji bo Kobanê bi lezgînî were vekirin.

Heyetek ji 12 kesan a parlamenterên Awûstûryayê, welatiyên li gundê Mehser ê Pirsûsê ziyaret kir. Li gel heyeta ji Sefîrê Bilind ê Awûstûryayê yê li Enqereyê Kurt Radner, Serokê Partiya Sosyal Demomkrat Andres Schicder, Parlamentera Partiya Keskan Bêrîvan Aslan, Parlamenterê Partiya Gelparêz Pfurt Scheller û Pisporê Kurdolojiyê Nîkî Kurtraht, endamaa Desteya Bicihanînê ya KCD'ê Feleknas Ûca, parlamenterê Serbixwe yê Wanê Kemal Aktaş, hevşaredar û rêveberên DBP'yî amade bûn.

HEYETÊ LI KOBANIYAN GUHDARÎ KIR

Heyetê li gundê Mehserê, destpêkê li Kobaniyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man qadên xwe yên jiyanê biterikînin û hatin Pirsûsê guhdarî kir. 

'JI BO KOBANÊ BILA TAVILÊ KORÎDOREKE ÎNSANÎ BÊ VEKIRIN'

Heyet piştî guhdarîkirina li Kobaniyan, derket derveyî gund û li cihekî bilind li Kobanê temaşe kir. Feleknas Ûca ya li gel heyetê digeriya, der heqê rewşa heyî û bûyerên diqewimin de heyet agahdar kir. Piştre heyetê daxuyaniyek da çapemeniyê. Ûca da xuyakirin ku divê ji bo Kobanê tavilê korîdoreke însanî bê vekirin û li gel vê alîkariyên tibî û çekdarî jî bên kirin. Ûca da zanîn ku kirina banga alîkariyê bi tena serê xwe têrê nake û destnîşan kir ku divê heyetên Neteweyên Yekbûyî bên ser sînor û ji bo Tirkiye bi lezgînî korîdorê veke, bikevin nava tevgerê."

Li dû axaftina Ûca parlamenterên di heyetê de dan xuyakirin, ku ji bo piştgiriyê bidin Kobanê ew hatine ser sînor û ew ê di vî warî de çi jê tê bikin. Parlamenteran diyar kirin ku ew berxwedana li Kobanê û piştevaniya gel bi heyranî dişopînin û destnîşan kirin ku gelekî girîng e gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê xwedî li gelê Rojava û Kobanê derketiye. Heyetê bang kir ku ji bo Kobanê tavilê korîdora însanî bê vekirin û alîkariya tibî bê dayîn.

Piştî axaftinan Ûca der barê Girê Miştenûrê yê ku şervana YPJ'ê Arîn Mîrxan lê çalakiya fedaî pêk anî, agahî da heyetê. Dûre 3 kesên ji heyetê, ji bo biçin Wargeha ji konana a Arîn Mîrxan û yên mayî jî ji bo tevlî merasîma cenaze ya li Goristana Şaredariya Pirsûsê bibin, ji gund çûn.