Parlamenterê PE Hyaric: Çi karê PKK'ê li nav lîsteya 'terorê' heye?

Parlamenterê PE Hyaric: Çi karê PKK'ê li nav lîsteya 'terorê' heye?

Fete de l’Humanite ya 79. bi dawî bû. Midûrê rojnameya L'Humante û Parlamenterê Parlamenta Ewropayê (PE) Patrick le Hyaric, di axaftina xwe ya li vekirina Taxa Gundên Cîhanê ya çalakî lê hatin lidarxistin de berxwedana PKK'ê ya li dijî DAIŞ'ê silav kir û hebûna navê PKK'ê ya li nava lîsteya 'terorê' rexne kir. Îsal zêdeyî pênc hezar kes beşdarî festîvalê bûn.

Di festîvala ku êvara Înê destpê kir de, hin çalakî hatin lidarxistin. Li beşa taxa "Gundên Cîhanê" ya festîvalê de, Midûrê rojnameya L'Humante û Parlamenterê Parlamenta Ewropayê (PE) Patrick le Hyaric axaftian vekirinê kir. Hyaric diyar kir ku zêdeyî sed selegasyon tevlî festîvalê bûne û piştî silavkirina delegasyona Amerîka Latîn got, "Ez PKK'ê jî silav dikim. Gelek hevalên me yên Kurd ên em wan nas dikin, ji bo parastina xaka xwe û gelê xwe çûn eniya şer."

le Hyaric da zanîn ku divê ji koalîsyona li dijî DAIŞ'ê re li şûna NATO'yê Neteweyên Yekbûyî pêşengiyê bike û destnîşan kir ku pêwîste ev koalîsyon bi PKK'ê re di nava ahengiyê de tevbigere. le Hyaric got, "nayê qebûlkirin ku PKK di lîsteya rêxistinên 'terorê' de bimîne."

le Hyaric di axaftina xwe de ev pirs kir: "Ev jin û mêrên ku bi hema bêje bi destê xwe yê vala welatê xwe, axa xwe diparêzin, çawa dikare weke 'terorîst' bên binavkirin. Çi karê PKK'ê di lîsteya 'terorê' de heye?"

Patrick le Hyaric da xuyakirin ku festîvala îsal di heman demê de diyarî aştiya cîhanê hatiye kirin.

DU SEMÎNERÊN BI MIJARA PKK'Ê

Li Fete de L'Humanite, du semîner li ser Kurdistanê hatin lidarxistin. Semînera bi beşdariya wênevanê Fransî Yann Renault, Nûnerê PYD'ê yê Parîsê Xalid Îsa û Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Febrûniye Akyol Akay, li konê Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Parîsê hat lidarxistin.

Wênevan Yann Renault çavdêriyên xwe yên li Rojava bi wêneyên xwe nîşan da û bal kişand ser berxwedana du sal in li Rojava tê meşandin. Renault hewldanên YPG û kantonên Rojava vegot û destnîşan kir ku tevî derfetên kêm jî xebatên perwerde, aborî û gelek qadên din ên jiyanê dewam dikin.

Xalid Îsa jî ragihand ku wan demeke dirêj li hemberî DAIŞ'ê hişyarî dabûn, lê belê kesî hişyariyên wan li ber çavan negirtine.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Febrûniye Akyol Akay jî da xuyakirin ku bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Suryaniyên li Tirkiyeyê weke karmend jî nedihatin qebûlkirin di asta herî bilind de tên temsîlkirin.

Semînera duyemîn jî li konê Komeleya France-Kurdistan hat kirin. Weke mêvan jî Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Febrûniye Akyol Akay beşdar bû, bal kişand ser rewşa Şengaliyan û banga piştevaniyê li raya giştî ya navneteweyî kir.