Parlamenterê Îngilîz ji ber destavêtinê hat binçavkirin

Parlamenterê Îngilîz ji ber destavêtinê hat binçavkirin

Alîkarê Serokê Parlamenta Îngilîstanê parlamenter Nigal Evans, ji ber gunehbariya destavêtin û destdirêjiya zayendî, hat binçavkirin. Li dû lêpirsînê Evans bi kefaletê hat berdan.

Polês da xuyakirin, ku wan parlamenterê muxafazakar ê 55 salî Evans, ji ber destavêtin û destdirêjiya du mêrên 20 salî, roja şemiyê lêpirsîn kirine. 

Di daxuyaniya polêsan de hat ragihandin, ku gunehên mijara gotinê li Pendleton û Lancashire'yê di Tirmeha sala 2009 û Adara sala 2013'an de rû daye.

Parlamenter Nigal Evans ku hemcîns e, li dû lêpirsînê bi kefaletê hat berdan û tê payîn di 19'ê Hezîranê de derkeve pêşberî dadgehê.

Hat ragihandin, ku der heqê binçavkirin û lêpirsîna Nigal Evans de Serokwezîr David Cameron hatiye agahdarkirin.

Li Îngilîstanê, tevî gunehê destavêtinê di gelek gunehan de mafê destnedana parlamenteran nîne.

Evans ê ku ji sala 1992'an û vir ve li parlamenta Îngilîstanê ye, di hevpeyvîneke xwe ya sla 2010'an de bi kovarekê re kiribû, dabû xuyakirin ku ew hemcinsî ye.