Parlamenterê Goranê jî tevlî çalakiya li ber CPT’yê bû
Endamên Goranê parlamenter Dr. Şêrko Heme Emîn tevlî çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê ya ji bo Ocalan bû, Emîn bang li CPT’yê kir ku berpirsyariya xwe bi cih bîne.
Endamên Goranê parlamenter Dr. Şêrko Heme Emîn tevlî çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê ya ji bo Ocalan bû, Emîn bang li CPT’yê kir ku berpirsyariya xwe bi cih bîne.
Çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê ya li ber CPT û Konseya Ewropayê (KE) di roja duyemîn de bi tevlêbûna gelek kesan didome.
Piştî nîvro endamê Goranê, parlamenter Dr. Şêrko Hema Emîn jî tevlî çalakiyê bû û axivî.
Dr. Emîn bal kişande ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bang li Komîteya Pêşêgir a Êşkenceyê (CPT) kir ku berpirsyariya xwe bi cih bîne. Goran diyar kir ku çalakiya rûniştinê ya Kurdan çalakiyeke aştîxwaz e, sivîl e û got ew jî bi her hawî destekê didine çalakiyê.
REWŞA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ NIRXAND
Dr. Emîn bal kişande ser rewşa Başûrê Kurdistanê ya dema referandûmê û dagirkirina Iraqê ya piştî referandûmê û got gelek kes ji şûnwarên xwe bûne.
Emîn êrîşên qirker ên bi ser Şengalê de jî bi bîr xist, got, qirkirina li Dadgeha Cezayê ya Navnetewî ya Hollandayê ye û ew dozê dişopînin.
Emîn diyar kir ku ew alîgirê çalakiyê aştîxwaz, sivîl û demokratîk in û her wiha xwest ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî werin berdan.
Parlamenterê Goranê Dr. Emîn got dagirkirina Kerkûkê bi giştî bi lihevkirina PDK û YNK’ê ya bi hikûmeta Iraqê re pêkan bûye.