Parlamenterê AKP'ê yê Bûrdûrê îstifa kir

Parlamenterê AKP'ê yê Bûrdûrê îstifa kir

Parlamenterê AKP'ê yê Bûrdûrê ji partiya xwe îstifa kir. Yildirim got, "Baweriya bi hikûmetê re kêm dibe." Hejmara kesên ji hikûmet û parlamenteriya AKP'ê îstifa kirine, derket 8'an.

Li dû operasyona bertîl û nelirêtiyê, îstifayên ji AKP'ê dewam dikin. Parlamenterê AKP'ê yê Bûrdûrê Hasan Hamî Yildirim li Meclîsê civînek çapemeniyê lidar xist û diyar kir ku wî ji partiya xwe îstifa kiriye.

Yildirim got, "Ev biryareke hêsan nebû. Tê xwestin ku nêrînên hûn diyar dikin li ber çavan were girtin. Lê belê min dît ku êdî ev yek di nava partiya min de ne pêkan e, min dît ku bi hebûna xwe ya li nava partiyê re nema dikarim xwe li van rexneyan rabigirim." Yildirim diyar kir ku ew ji ber vê yekê hatiye nuqteya îstifayê.

Yildirim di roja 26'ê Kanûnê de jî gotibû," Zextên li dozger Mûammer Akkaş nayê qebûlkirin, di dewleta hiqûqê de ev zext rewa nayê dîtin."

Bi nîqaşên bertîl û nelirêtiyê re ji parlamenteriya AKP'ê Hakan Şukur, Îdrîs Bal, Erdogan Bayraktar, Ertûgrûl Gunay, Erdal Kalkan, Halûk Ozdalga û Îdrîs Naîm Şahîn îstifa kiribûn.