Parlamentera Yewnan: Berxwedana Kobanê sînor derbas kiriye

Parlamentera Yewnan: Berxwedana Kobanê sînor derbas kiriye

Parlamentera Koalîsyona Çep a Radîkal a Yewnanîstanê û Endama Komîsyona Têkiliyên Derve û Dîplomasiyê Nantîa Valavanî ya hat ser sînorê Kobanê-Pirsûsê, bi welatiyên nobeda berxwedanê digirin, şêniyên gund û Kobaniyan re hevdîtin kir. Valavanî diyar kir ku berxwedana Kobanê sînor derbas kiriye.

Parlamentera Koalîsyona Çep a Radîkal (Syriza) ya Yewnanîstanê Nantîa Valavanî û şêwirmendê wê Evangelos Kalpadakîs, gundê Mehser ê lê nobeda berxwedanê tê girtin, ziyaret kirin. Heyeta parlamenter bi berxwedêr, gundî û malbatên Kobaniyî re hevdîtin kir û piştî wergirtina agahiyan Valavanî, armanca hatina heyetê vegot. Valavanî ragihand ku berxwedana Kobanê berxwedaneke ku sînor derbas kiriye û ragihand ku ji ber li Kobanê sîstema demokratîk hatiye avakirin, bûye hedef.

Valavanî wiha axivî: "Berxwedana li Kobanê nîşanî tevahiya cîhanê da ku berxwedaneke êdî sînor derbas kiriye. Sîstema demokratîk a li Kobanê, li gel bawerî, ziman û hemû cihêrengiyan her kesî bi awayekî wekhev hembêz dike. Ji ber vê yekê bû hedefa DAIŞ a ji aliyê hêzên emperyalîst ve hat afirandin." Valavanî destnîşan kir ku jinên Kurd ên li Kobanê şer dikin, ji bo hemû jinên cîhanê şer dike û anî ziman ku gumana wê nîne ku berxwedana Kobanê wê bi serketinê tacîdar bibe. Valavanî got, "Em ji dil bi berxwedana Kobanê bi bawer in û li cem berxwedanê ne." Endamên heyetê her wiha malbatên ji Kobanê hatine, ziyaret kirin û bi wan re sohbet kirin.