Wekîla Partiya Kesk: Tecrîd binpêkirina mafên mirovan e

Parlamentera Partiya Kesk a Elmanyayê Berîvan Aymaz diyar kir, ew ji ber grevên birçîbûnê ku bi hezaran kes tê de ne bi fikar in û got, tecrîd binpêkirina mafên mirovan e.

Parlamentera Partiya Kesk a Eyaleta Nordrhein-Westfalen a Elmanyayê Berîvan Aymaz, tevî endamên Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiye-Elmanya (TUDAY) serdana berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Strasbourgê kir. Endamên heyetê li ser rewşa tenduristiyê û daxwazên çalakgeran agahî wergirtin û bi Parlamentera HDP'ê Nûran Îmîr re jî rûniştin.

Parlamenter Berîvan Aymaz di dema serdanê de axivî û diyar kir, daxwazên çalakgeran rewa ye û anî ziman, ji ber ku bi hezaran kes tevlî greva birçîbûnê bûne û ji encamên neyînî yên gengaz ew bi fikar in.

Aymaz bi bîr xist, dawiya meha Adarê tevî parlamenterên meclîsa federal ên partiya xwe ew çûne Amedê û serdana Leyla Guven kirine ku 180 roj in di greva birçîbûnê de ye.

'DAXWAZÊN WAN REWA NE: TECRÎD BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN E'

Aymaz da xuyakirin, partiya wan grevên birçîbûnê ji nêz ve dişopîne û got, "Tevî ku bi navê Partiya Keskan em grevên birçîbûnê weke şêweyekî çalakiyê ya polîtîk dibînin jî, daxwazên mirovên di greva birçîbûnê de ne, daxwazên rewa ne."

Berîvan Aymaz got, "Tecrîd binpêkirina mafên mirovan e" û destnîşan kir, ew alîgir in ku pirsgirêka Kurd di demeke kurt de bi rengekî aştiyan e bê çareserkirin.

'EM BI FIKAR IN'

Aymaz bi bîr xist, li girtîgehên Tirkiyeyê bi hezaran kes, li Strasbourgê jî gelek kes di greva birçîbûnê de ne û got, "Hebûna bi hezaran kesî di grevên birçîbûnê de bêguman me dixe nava tirs û fikaran."

'DIVÊ HIKUMETA TIRK BES JI NEDÎTÎ VE BÊ'

Berîvan Aymaz diyar kir, ji bo di grevên birçîbûnê de tiştek bi kesî neyê divê hikumeta Tirk bes ji nedîtî ve bê û got, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêya aştiyan e divê rêya diyalogê bê vekirin.

Aymaz got, "Divê rêyeke diyalogê bê vekirin. Ji bo vekirina rêya diyalogê, ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd û ji bo mirov êdî zerarê nebînin em ketin nava liv û tevgerê. Ji ber vê jî îro li vir serdanê dikim."