Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin

Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina hefteyî ya asayî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, Rezan Sarica û Huseyîn Bogatekîn, ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina hefteyî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ger Rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê bersiveke erenî bide parêzer dê sibê biçin Îmraliyê.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê tîrmeha 2011'an heya niha (482 rojin) nikarin bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin û serlêdanên wan bi hincetên ji cidiyetê dûr û pûç yên weke "keştî xirabûyî ye", "rewşa hewayê", "keştî di tehmîrê de ye", "belge kêmin" û "betlaneya fermî ye" dihatin astengkirin.

Herî dawî Serokwezîr Erdogan, gotibû Ocalan dikare bi malbata xwe re hevdîtinê bike lê destûra parêzeran nadin. Bi hinceta "keştî xirabûyî ye" sal û nîvin destûr nadin Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike û ji bo "pirsgirêkê" çareser bikin keştiya girêdayî Midûriyeta Giştî ya Ewlehiya Berava ya Wezareta Ragihandin, Derya û Agahdariyê ya li hemberî hemû şertên hewayî xwe bigire ji Wezareta Dadê re hate pêşkêşkirin. Di 31'ê cotmehê de keştî ji Stenbolê anîn Mudanyayê. Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan ku Şemiyê çû Îmraliyê diyar kir ku, bi keştiya digotin "xirabûyî ye" çû Îmraliyê.