Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtina asayî ya heftane pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yureklî û Mazlum Dînç ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ger ku Îdareya Girtîgeha Îmraliyê bersivek erênî bide, dê parêzer sibê biçin Îmraliyê û hevdîtinê pêk bînin. Serlêdana parêzeran a Sêşemê bi hinceta "betlaneya fermî ye" hatibû redkirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de 645 roj berê bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn. Parêzeran heta niha 178 caran seri li rayaran da, lê her tim bi heman hincetan serlêdanên parêzeran red kir û destûr nedan ku parêzer biçin Îmraliyê.