Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kir
Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kir
Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kir
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgerê Komarê yê Bûrsayê dan.
Ji Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yurekli û Mazlûm Dînç, ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina asayî ya heftane pêk bîne serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ger ku serledana parêzeran bêqebûlkirin dê sibê biçin Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Serlêdana parêzeran ya Pençşemiyê bi hinceta "keştî xirab bûyî ye" hatibû astengkirin.
Parêzerên Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de 580 roj berê çûbûn îmraliyê û hevdîtin pêk anîbûn. Parêzer heta niha 161 caran ji bo biçim Îmraliyê serî li rayedaran dan. Lê her tim bi heman hincetan hatin astengkirin.
WEKÎLAN HEVDÎTIN PÊK ANÎBÛ
Di 23'ê Sibatê de wekîlên BDP'ê Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder û Altan Tan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn.