Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muvekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgerê Komarê yê Bursayê dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yurekli û Mazlum Dinç, ji bo bi muwekilê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtina asayî ya heftane pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ger ku serledana parêzeran bê qebûlkirin dê sibê biçim Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Serlêdana parêzeran a pençşemê bi hinceta "kêştî xirab e" hatibû astengkirin.
Parêzerên Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de 580 roj berê çûbûn Îmraliyê û hevdîtin pêk anîbûn. Parêzer heta niha 161 caran ji bo biçim Îmraliyê seri li rayedaran dan. Lê her tim bi heman hincetan hatin astengkirin.
Di 23'yê sibatê de wekîlên BDP'ê Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder û Altan Tan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn.