Parêzerên Ocalan daxuyanî dan -NÛ BÛ

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Taksîm Hîll Otel a Stenbolê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 girtiyên PKK'yî yên li Grava Îmraliyê girtî ne, di 2'ê Gulanê de bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anîn. Ocalan û 3 girtiyên li Îmraliyê bi rêya parêzeran daxuyaniyek dan û gotin: "Pêvajoya ku em têre derbas dibin, pêvajoyek dîrokî ye. Di vê pêvajoyê de pêdivî bi lihevhatinek kûr a civakî heye. Ji bo me siyaseta demokratîk û aştiya bi rûmet esas e."

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha nikarin hevdîtinê pêk bînin, piştî serlêdana 810'an di 2'ê Gulanê de li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê hevdîtin pêk anîn. Parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha her dem bi hinceta “Muxalefeta hewayê heye", “Koster xerabe ye", “Koster di tamirê de ye", “OHAL heye” 810 caran serlêdanê wan hatibû redkirin. Herî dawî parêzerên Ocalan di 2'ê Gulanê de hevdîtin pêk anîn. Têkildarî hevdîtina bi Ocalan re Parêzerên Buroya Hiquqê ya Asrînê li Otela Taksîmê daxuyanî dan çapemeniyê. Parêzerên Ocalan Faîk Erol, Newroz Uysal û Rezan Sarica daxuyanî dan.

Prz. Faik Erol, diyar kir ku 4 parêzer ji bo bi Ocalan re hevdîtin bikin, serî li serdozgeriyê dane. Lê tenê Newroz Uysal û Rezan Sarica karine hevdîtinê bikin.

Prz. Erol, diyar kir ku di 2'ê Gulanê hevdîtin pêk hatiye û heta metnê li Îmraliyê gihiştiye destê wan daxuyanî dan. Prz. Erol, da zanîn ku di dawiya hefteyê de metnê li îmraliyê gihişt destê wan.

Daxuyaniya ku îmzeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din li ser wiha ye:

JI RAYA GIŞTÎ RE

Di vê pêvajoya dîrokî de pêwîstî bi lihevkirineke kûr a civakî heye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan, pêwîstiyeke xurt bi rêbazeke danûstandinên demokratîk heye, ya dûrî çanda dijberbûn û şer.

Em dikarin pirsgirêkên Tirkiyeyê û yên herêmê, ne bi şer û amûrên şîdeta fîzîkî, lê bi hêza nerm, yanî bi hêza aqil, polîtîk û çandî çareser bikin.

Em di wê baweriyê de ne, di çarçoveya Hêzên Sûriyeya Demokratîk de, pirsgirêkên li Sûriyeyê dûrî çanda şer, di rewşa ku tê de ne di çarçoveya yekparebûna Sûriyeyê de bi perspektîfa demokrasiya xwecihî ya bi Destûra Bingehîn hatiye ewlekirin divê bên çareserkirin. Di vê çarçoveyê de divê hesasiyetên Tirkiyeyê jî bên dîtin.

Em hurmetê nîşanî berxwedana hevalên li girtîgehan û li derve didin, lê dixwazin bi taybetî destnîşan bikin ku divê negihînin asta ku rewşa wan a tenduristiyê bixe nava metirsiyê û rê li ber mirinê veke. Ji bo me, tenduristiya aqlî, fîzîkî û ruhî ya wan berî her tiştî ye. Her wiha em di wê baweriyê de ne ku nêzîkatiya herî bi wate, xurtkirina sekna zîhnî û ruhî ye.

Sekna me ya li Îmraliyê, biryardariya ji bo kûrkirina rêbaza ku di Danezana Newroza 2013'an de hate ragihandin û domandina wê bi rengekî eşkere ye.

Aştiyeke bi rûmet û çareseriya siyaseta demokratîk ji bo me esas e.

Em her kesên ku ji ber sekna me ya li Îmraliyê meraq dikin û helwestê nîşan didin, bi rêzdarî bi bîr tînin û di asta herî bilind de spasdarê wan in.

A. OCALAN         H.YILDIRIM         O.H.KONAR        V.AKTAŞ