Parêzerên Ocalan cara 160’mîn serlêdana hevdîtinê kirin
Parêzerên Ocalan cara 160’mîn serlêdana hevdîtinê kirin
Parêzerên Ocalan cara 160’mîn serlêdana hevdîtinê kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgerê Komarê yê Bûrsayê dan.
Ji parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yurekli û Mazlum Dinç, ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina asayî ya heftane pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ger ku serledana parêzeran bê qebûlkirin, dê sibê biçim Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Serlêdana parêzeran ya Sêşemê bi hinceta "keştî xirab bûyî ye" hatibû astengkirin.
Parêzerên Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de 575 roj berê çûbûn îmraliyê û hevdîtin pêk anîbûn. Parêzer heta niha 160 caran ji bo biçin Îmraliyê serî li rayedaran dan. Lê her tim bi heman hincetan hatin astengkirin.